Malbatên şehîdan ên Tebqayê: Vekirina gorên şehîdan sûc û kiryarekî derexlaqî ye

Malbatên şehîdan ên herêma Tebqayê, vekirina gorên şehîdan li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û ew bi kiryarekî dermirovî û derexlaqî bi nav kir.

Malbatên şehîdan ên Tebqayê: Vekirina gorên şehîdan sûc û kiryarekî derexlaqî ye
2 tebax, 2021   06:15
TEBQA-SELAM KÊRWAN

Vekirina gorên şehîdan, hêrsa malbatên şehîdan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir. Şêniyên herêmê helwesta navneteweyî ya ku di pêkanîna sûcên li herêmên dagirkirî ku piraniya wan sûcên şer in de piştgiriya dewleta Tirk dikin, şermezar kir.

Endama Rêveberiya Komîteya Hevserên Şehîdan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Xewle Hemîd sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdana yekser û neykser li kar û barên Sûriyê şermezar kir.

Xewle bal kişand ser vekirina goristana şehîdan a li Efrîna dagirkirî û wiha domand: “Dema bi cenazeyên şehîdên lîstin hemû pîvanên mirovî û exlaqî bin pê kirin.”

Xewle diyar kir ku dewleta Tirk îdiaya îslamê dike û her tim bi mîna van kiryarên dermirovî û derexlaqî ku hemû pîvan, rêgez, qanûn û peymanên navneteweyî binpêkirine, radibe.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Ciriniyê Racîhe Şelaş jî bang li civaka navneteweyî kir ku komîteyeke qanûnî ava bike da ku dawî li kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û kiryarên dermirovî yên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, bîne.

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Mensûre Foze Mihemed îşaret bi hurmeta goristanan kir û got: "Ji aliyê mirovî ve, hurmeta goristanan heye û nabe destdirêjî lê were kirin. Vekirina goristana şehîdan nêzî kiryarên DAIŞ`ê yên berê ye ku niha Tirkiye heman rêbazî dide meşandin."

Foze Mihemed kiryarên dagirkeriya Tirk û xerabkirina gorên şehîdan ên ku dema êrişên li dijî bajarê Efrînê de li hemberî dagirkeriya Tirk sekinîn, şermezar kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dhtRwpH_6M0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>