​​​​​​​Piştî êrişa li dijî keştiya petrolê, Washingtonê soza da Îranê ku tolê hilde

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ragihand ku DYA`yê "bawer e" ku Îran li pey êrişa li ser keştiya petrolê ya li deryaya El-Ereb ku fînansmanekî Îsraîlê xwediyê wê ye.

​​​​​​​Piştî êrişa li dijî keştiya petrolê, Washingtonê soza da Îranê ku tolê hilde
1 tebax, 2021   19:59
NAVENA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken wiha got: "Em tev li şirîk û hevalbendên xwe dibin û êrişa li dijî Mercer Street şermezar dikin. Mercer Street keştiyeke bazirganî ye bi ewle di bakurê deryaya El-Ereb a ava navneteweyî re derbas dibû."

Blinken wiha domand: "Dema me lêveger li agahiyên heyî çêkirin, em bawer in Îranê ev êriş pêk aniye ku di encamê de 2 sivîl hatin kuştin. Ew êriş bi rêya firokeyên bêpîlot ên bombekirî pêk hat."

Blinken da zanîn ku tu bihane tune ku ev êriş werin rewakirin. Ji ber ev êriş gefan li serbestiya şoreya deryayê, veguhastina deryayî û bazirganiya navnetweyî, kesên li ser keştiyê bin dixwin.

Blinken wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi hikumetên li hundirê herêmê û derveyî wê re dixebitin ku bersiveke guncaw di demeke nêz de bidin."

Li aliyekî din jî wezîrê Karên Derve yê Brîtanya Dominic Raab bi daxuyaniyekê êrişên li dijî keştiya petrolê ya li deryaya El-Ereb şermezar kir û got Brîtanyayê texmîn dike ku Îran li pey wê êrişê ye.

(eh)