​​​​​​​Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Sewayê rageşiya li dijî Deraayê şermezar kir

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya li herêma Sewayê ya gundewarê rojavayê Dêrazorê rageşiya li parêzgeha Derayê û bikaranîna hikumeta Şamê ji hêza leşkerî re şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Sewayê rageşiya li dijî Deraayê şermezar kir
1 tebax, 2021   19:14
DÊRAZORÊ

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya li herêma Sewa ya xeta rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da, tê de êrişên li başûrê Sûriyê, bi taybet li Derayê şermezar kirin.

Endamê rêveber ê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Elaa Salih daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bûyerên li başûrê Sûriyê û Deraayê pêk tên dişopînin, bi taybet li wan herêman û hundirê Sûriyê bi giştî rewşeke krêt a aborî heye.

Em bikaranîna hêza leşkerî ji hêla hikumeta Şamê li dijî Deraayê û binpêkirina peymana ku bi nûnerên bajarê re çêkirine, şermezar dikin. Em bang li hikumeta Şamê dikin ku li biryara NY’yê ya 2254’an vegere, her wiha em bang li gelê Deraayê dikin ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û guhartina demografî ya ku Îran pêk tîne, red bikin. Ji ber dê bandor li wan û xaka wan bike.

Di heman demê de em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hemberî kiryarên hikumeta Şamê û milîsên Îranê yên li dijî gelên me yên Suriyê, bê deng nemîne û hesab ji wan bixwaze, her wiha em bang li Rûsyayê jî dikin ku destwerdana vê yekê bike û rola xwe bilîze. Ji ber ku ew dewleta garantor e û navbeykara peymana di navbera hikumeta Şamê û welatiyên Deraayê de ye.

Em Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê piştgiriya çareseriya siyasî ya li ser bingeha diyalogên sûrî û biryara NY`yê dikin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9u3E-2uR-lA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>