​​​​​​​Aram Hena bû berdevkê QSD'ê

Di civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD'ê de, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena wekî berdevkê QSD'ê yê nû li şûna Kîno Gabrîel hat hilbijartin

​​​​​​​Aram Hena bû berdevkê QSD'ê
1 tebax, 2021   16:25
HESEKÊ

Di civîna salane ya meclisên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku li Hesekê li dar ketiye de, Aram Hena li şûna Kîno Gabrîel bû berdevkê QSD'ê.

Piştî axaftina Fermandarên Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî û Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş- Operasyona Ezim El-Selib general Paul t.Calvert, civîn ji ragihandinê re girtî dewam kir û rêzikane û xebatên meclisan hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena wekî berdevkê QSD'ê yê nû li şûna Kîno Gabrîel hat hilbijartin.

ANHA