Li Sîna ya Misirê 89 terorîst hatin kuştin

Hêzên Çekdar ên Misirê ragihandin ku hêzên wan li bakurê Sîna 89 terorîstên "Xeternak" kuştin û gelek alavên wan ên leşkerî desteser kirin.

Li Sîna ya Misirê 89 terorîst hatin kuştin
1 tebax, 2021   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Çekdar ên Misirê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li herêmên bakurê Sîna  98 terorîst kuştine û wan bi "Xeternak" wesif kir.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Misirê wiha hate gotin: " 73 tivingên otomatîk, 140 cercûr, 5 hezar û 606 guleyên bi eyarên cûda, 34 telefonên bêtêl, balafireke bêpîlot a bi kamîre, dûrbînin ji bo dîtina bi şevê, laptopek, gelek telefonên destan û gelek pere hatin desteserkirin. "

Her wiha hate ragihandin, hêzên çekdar li enî û rêyên sereke 404 mayîn , 4 kemberên teqîner, 59 motorsîklet û 52 erebeyên terorîstan bêbandor kirin û 13 tunel rûxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya rêzetedbîrên ewlehiyê yê li aliyê stratejîk ê rojava de, hêzên asmanî bi hevkariya hêzên parêzvanên sînor dema ku terorîstan hewl didan bikevin herêmên qedexe yên li sînorê rojava û başûrê welêt, wan derbe kirin, di encamê de 200 erebeyê rûxandin ku hin ji wan çek û cebilxane hilgirtibûn. "

Ji Şibata 2018`an ve artêşa Misirê li dijî terorîstan operasyonên leşkerî pêk tîne.

(eh)