Yekitiya Parêzeran a Cizîrê: Divê sûcdarên komkujiya Konya werin darizandin

Yekitiya Parêzan a Kantona Cizîrê êrişa nijadperestî ya li dijî malbateke Kurd li Konya şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku kujeran muhasebe bikin.

Yekitiya Parêzeran a Cizîrê: Divê sûcdarên komkujiya Konya werin darizandin
1 tebax, 2021   15:24
QAMIŞLO

Bertekên li dijî komkujiya nejîadî ya li djiî malbateke Kurd a li bajarê Konya yê Tirkiyê zêde dibin. Têkildarî vê yekê, Yekitya Parêzan a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di demekê de ku dosyaya sûcan a navneteweyî ya têkildarî dewleta Tirk tijî bûye û ji hêla dadgeha sûcan a navnetweyî ve amade ye were nîqaşkirin,  lê dewleta Tirk hîn jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nijadperestî, kîn, provakasyonên plankirî û komkujiyan didomîne. Hemû sûcên ku pêk tîne dighêjin asta sûcên şer û sûcên der mirovî. Her wiha li dijî sivîlên sûrî jî di hundirê Tirkiyê û yan jî derveyî wê de sûcan pêk tîne û li xaka Sûriyê tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Di pêncşema borî de, 30.07.2021’an, li bajarê Konya yê Tirkiyê li dijî malbateke Kurd ku ji 7 kesan pêk tê komkujiyek çêbû. Heke desthilatên Tirk nîjadperestî û kîn li dijî gelê Kurd pêk neaniya, ev komkujî pêk nedihat. Ev jî tê destnîşankirin ku ev desthilat û saziyên wê kujer û provokatorên vê sûcê ne.

Roja piştî komkujiyê, 31.07.2021, firokeyeke bêpîlot a girêdayî dewleta Tirk li ser rêya di navbera Kobanê û Helebê de ku 25 kîlometre ji Kobanê ve dûr e du erebeyên sivîlan bombebaran kirin, di encamê de her du erebe hatin wêrankirin. Dewleta Tirk bi wê yekê re armanc dike tires û aloziya di navbera civakê de belav bike, aramî û ewlehiyê têk bibe.

Em Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê van sûcan şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û saziyên hikumetê dikin ku bi lez tev bigerin, sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin, û kujeran li edaleta navneteweyî muhasebe bikin."

(fr)

ANHA