​​​​​​​Li Derayê careke din şer derket û bîlançoya kuştiyan giran dibe

Piştî axaftina li ser lihevkirina koçberkirina 130 çekdarên herêmî, Firqeya 4`an careke din Derayê topbaran kir. Hate ragihandin ku hejmara kuştiyên sivîl, çekdar û hêzên hikumeta Şamê gihaşt 32'an.

​​​​​​​Li Derayê careke din şer derket û bîlançoya kuştiyan giran dibe
1 tebax, 2021   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku behsa 12 saet mohlet ji bo pêkanîna bendên peymana li Derayê ya di navbera hêzên Rûsya û komîteya navendî de tê kirin, Firqeya 4`an careke din herêmên Derayê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Firqeya 4`an piştî nîvro careke din bi topên hawinê êrişî taxên bajarê Derayê kir.

SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê û saziyên ewlehiyê yên girêdayî wê gelek bendên xwe yên li gundewarê Derayê rakirin. Her wiha ragihand ku li bajarokê Qerfa yê bakurê Derayê îstixbarata asmanî ji bendên xwe vekişiyan û li bajarê Dael a gundewarê naverasta Derayê bendeke din hate rakirin.

 Hemwextî van geşedanan, tê payîn peymaneke bi navbeykariya Rûsyayê pêk were da ku hêzên Feyleq El-Xamis li gelek nuqte û bendan werin belavkirin.

PEYMANEKE REDKIRÎ YE

Tevî ku behsa peymana di navbera hêzên Rûsya û Komîteya Navendî ya Horanê de tê kirin, lê hin kom hene peymanê û koçberkirina ji Derayê ber bi herêmên din ve red dikin.

Li gorî SOHR'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, fermandarên du koman; kesên bi navê "Hefo" û "Ebû Tace" qebûl nekirin ber bi bakurê Sûriyê ve koçber bibin.

SOHR`ê eşkere kir ku hêzên Rûsya û Komîteya Navendî ya Horanê duh têkildarî rawestandina hemleya leşkerî û rageşiya li Derayê li hev kirin.

Li gorî peymanê divê hêzên Feyleq 8`an a bi ser Rûsyayê ve peymanê bi cih bîne û nuqte û deverên leşkerî yên li gelek herêmên Derayê werbigirin. Her wiha derdora 130 kesî koçberî Bakurê Sûriyê were kirin koçberkirin.

SOHR`ê ragihand ku ji bo çareseriyeke mayînde12 saet mohlet hatiye dayîn.

HEJMARA KUŞTIYAN ZÊDE DIBE

Piştî şerê li Derayê ku 29`ê Tîrmeha 2021`ê derket, hejmara kuştiyên sivîl û leşkeran de zêde bû.

Li gorî SOHR, bîlançoya kuştiyan gihişt 32'yan, 12 sivîl, 11 çekdarên herêmî û 6 hêzên hikumeta Şamê û Firqeya 4'an.

Hate ragihandin ku gelek birîndrên rewşên giran hene û dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

(eh)