Pault t.Calvert: Koalîsyona Navneteweyî destekê dide QSD`ê

Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş- Operasyona Ezim El-Selib general Paul t.Calvert teqez kir ku hevkariya di navbera Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê de dewam dike û got: "Koalîsyon ji sedî sed destekê dide we û QSD`ê."

Pault t.Calvert: Koalîsyona Navneteweyî destekê dide QSD`ê
1 tebax, 2021   12:48
HESEKÊ

Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş- Operasyona Ezim El-Selib general Paul t.Calvert di axaftina xwe de spasiya QSD`ê ji ber rola wê di têkbirina DAIŞ`ê de kir û ev tişt anî ziman: "Ji min re cihê serfiraziyê ye ku ez li pêşiya wan kesên ku parastin kirin û berdêlên mezin li dijî DAIŞ`ê dan, biaxivim."

Pault t.Calvert di civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD`ê de ku li bajarê Hesekê tê lidarxistin, destnîşan kir ku DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de bidawî bû ew jî ji ber hevkariya di navbera koalîsyon û QSD`ê de ye.

'HEVKARIYA BI QSD`Ê RE DIDOME'

Pault t.Calvert di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Hevkariya me bi QSD`ê re dê dewam bike heta ku DAIŞ`ê têk biçe. Par me destkeftiyên mezin bi dest xist. Bi hev re me sivîl parastin. Hêzên me di gelek pêngavan de destek da QSD`ê ji wan pêngava Holê ku bû sedema têkbirina hêza DAIŞ`ê. Vê pêngavê hişt ku em şaneyên DAIŞ`ê di kampê de nas bikin."

Pault t.Calvert wiha domand: "QSD`ê destek da ewlekirina girtîgehan û rê neda ku çeteyên DAIŞ`ê birivin. Armanc ew e ku em projeyên din jî li dar bixin da ku xeteriya DAIŞ`ê li dijî hevalbendên me têk bibin, ji wan projeyan jî başkirina sazûmaniya girtîgehan e."

General Pault t.Calvert destnîşan kir ku di mehên borî de wan dikaribû tiştên ku li herêmê rû didin, rewşa kampan û rewşa aborî, bigihînin civaka Ewropayê.

Pault t.Calvert di berdewamiya axaftina xwe de got:" Em dixwazin ku hin zanbin ku koalîsyon ji sedî sed destek dide we û dide QSD`ê. Em li gorî destekdayîna ji we re da ku DAIŞ`ê têk bibin û li hember zehmetiyên aborî û çandinî ku dibin sedema astengkirina şerê li dijî DAIŞ`ê bisekinin. Ji ber wê jî em dixwazin van zehmetiyan kêm bikin."

General Pault t.Calvert îşaret pê kir ku hêzên wan hewl dide ku malbatên DAIŞ`î li welatên wan vegerînin, spasiya gelê herêmê kir ji ber berdêlên ku dane û zarokên xwe ji bo têkbirina DAIŞ`ê de feda kirin û wiha got: "Hevkariya me dê xurt bimîne. Amerîka û civaka navneteweyî dê destekê bide we. Ev cihê rûmetê ye ji min re ku ez bi we re di şerê li dijî DAIŞ`ê, bisekinim."

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş jî berxwedana QSD`ê silav kir û got: “Hêzên me axa Sûriyê ji terorê rizgar kir û 12 hezar şehîd dan û bi hezaran şervanên wê birîndar bûn.” 

El-Mihbaş destnîşan kir ku şerê li dijî terorê dirêj e û ji bilî serkeftinê tu rê tune ye. Her wiha El-Mihbaş bal kişand ser projeyên mêtîngeriyê û diyar kir ku gelek dewlet parçekirina Sûriyê armanc dikin. El-Mihbaş banga rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker û parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Li aliyekî din hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer axivî û hêvî kir ku di dawiya civînê de biryarên girîng werin girtin ku dikevin xizmeta gelên herêmê û ev yek piştrast kir: “Avakirina QSD`ê zayîna pergaleke demokratîk li Sûriyê ye.” 

Emîne diyar kir ku hikumeta Şamê hîna li ser zihniyeta xwe ya berê bi israr e û daxuyand ku bûyerên li Derayê isbata vê yekê ye. Emîne wiha domand: “Dewletên ku mudaxeleya Sûriyê kir, ewlehiya wê têk birin. Ji ber wê divê mudaxeleya navneteweyî ya li Sûriyê bi dawî bibe. Ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane divê civaka navneteweyî bixebite."

Emîne di dawiya axaftina xwe de got: "QSD`ê hêviya me ye. Ew hêz nîştimanî ye û projeyeke sûrî ye û xwedî li armancên Sûriyê derdikeve. "

(bx-şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RCXmMhsYHlw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>