Artêşa Tirk gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundê Hoşeriyê ya bakurê bajarê Minbicê topbaran dike.

Artêşa Tirk gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê topbaran dike
1 tebax, 2021   12:21
MINBIC

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê pave kirine, artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Qêratê yê li bakur rojhilatê bajarê Minbicê, gundê Hoşeriyê ya bakurê Minbicê topbaran dike.

Navendê destnîşan kir ku topbaran bi topên hawanê pêk tê û heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

(cx)