Weqfa Jina Azad li Minbicê nivîsgeheke xwe vekir

Bi armanca teşwîqkirin û pêşxistina rola jinan di warê aborî û birdozî de, Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi merasîmekê nivîsgeheke xwe li bajarê Minbicê vekir.

Weqfa Jina Azad li Minbicê nivîsgeheke xwe vekir
1 tebax, 2021   13:13
MINBIC

Di merasîma vekirinê de, endamên Weqfa Jin ên Reqa, Tebqa û herêma Kobanê, her wiha endamên saziyên jinan ên li bajêr amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/08/01/111921_sham-mstfa.webp

Berdevka Fermî ya Nivîsgeha Weqfa Jina Azad Sîham Mistefa bixêrhatina jinên amade kir û vekirina nivîsgehê li jinên têkoşer pîroz kir.

/ar/uploads/files/2021/08/01/111859_rwjyn-hsn-28129.webp

Li aliyekî din ji rêveberên Weqfa Jina Azad a herêma Kobanê Rojîn Hisên destnîşan kir ku armanc ji vekirina nivîsgehê ew e ku li ser pêşxistina xebata jinan û bihêzkirina wan di warên civakî, çandî, mafên mirovî, tenduristî, perwerdehî û aborî de bixebite.

Li ser navê Kombûna Jinên Zenûbiya, berdevk Nesrîn El-Elî jî got: "Vekirina Weqfa Jina Azad yek ji destkeftiyan e û îro ji bo jinên Minbicê rojeke cuda ye."

/ar/uploads/files/2021/08/01/111936_nsryn-alaly.webp

Cîgira Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Nûra El-Hamid got: "Em li kêleka saziyên jinan ên ku piştgiriya jinan dikin û wan teşwîq dikin ku karê herî baş pêşkêş bikin bin."

/ar/uploads/files/2021/08/01/112014_nwra-alhamd.webp

Piştre nivîsgeha Weqfa Jina Azad li bajêr ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kefa El-Elî ve hate vekirin.

Weqfa Jina Azad di sala 2014'an de bi diruşmeya "Jina azad bingeha civaka azad e" hat damezrandin û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aktîv e û nivîsgehên wê li 10 kanton û navçeyan her wiha çar kampên koçberan hene.

 (dx)

ANHA