Mazlûm Ebdî: Vegerandina koçberan erka me ya sereke ye

Mazlûm Ebdî careke din soz da ku ew ê koçberan vegerînin herêmên wan û dê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berdewam bikin. Her wiha bang kir ku divê li ser asta navneteweyî piştgirî ji QSD`ê re bê dayîn da ku erkên xwe bîne cih.

Mazlûm Ebdî: Vegerandina koçberan erka me ya sereke ye
1 tebax, 2021   11:39
HESEKÊ

Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD`ê de axivî. Her wiha di civînê de fermandarên hêz û meclisên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeya Koalîsyona Navneteweyî û rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de diyar kir ku piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek astengî û zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha domand: “Bi saya ciwanên gel me û hêzên dost, me ev astengî derbas kirin.”

Ebdî destnîşan kir ku hîna xeteriya DAIŞ`ê heye û wiha domand: “Divê cîhan û şirîkên me yên navneteweyî piştgiriya ku didin me bidomînin da ku em rê li êrişên li dijî herêmên me bigirin.”

'TENÊ BI RÊBAZÊN LEŞKERÎ DAIŞ TUNE NABE'

Ebdî di dewama axaftina xwe de got: “Di vê pêvajoyê de rêbazên leşkerî tenê têrê nake ku DAIŞ tune bibe. Divê binesaziya wêrankirî were pêşxistin. Divê şert û mercên jiyanî yên şêniyan werin başkirin. Divê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berdewam bike da ku DAIŞ bi temamî tune bibe. Ji bo wê divê li ser astên siyasî, civakî û xizmetguzarî piştgirî ji Rêveberiya Xweser re were pêşkêşkirin. Ev beşek nayê parçekirina ji bernameya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ye.” 

Ebdî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku rêyan bibînin da ku alîkariyan bigihînin herêmê û axaftina xwe wiha domand: “Bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan li herêmê ne. Hemû dizanin ku derfeta Rêveberiya Xweser têrê nake ku bi tenê bi vê dosyayê re mijûl bibe. Ji bo pêşxistina rewşa girtîgehan û kampan heta ku ew kes vedigerin welatên xwe, divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide.”

Ebdî bal kişand ser guhertina demografiya herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û got: “Guhertina demografiyê bê navber berdewam e.”

Ebdî piştrast kir ku divê koçber vegerin warên xwe, her wiha biryara ferzkirina cezayan li ser çeteyên Ehrar El-Şerqiye erênî nirxand.

Ebdî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane agirbestê binpê dike. Her wiha daxuyand ku hevkariya wan a bi hêzên Rûsyayê re ya ji bo parastina agirbestê li sînorên bakur berdewam e.

Ebdî careke din dubare kir ku QSD`ê amade ye bi hemû aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê çareser bibe re diyalogê bike û wiha dewam kir: “Em bi diyalogê, agirbest, diyaloga sûrî-sûrî, çareseriya siyasî û çareserkirina pirsgirêkên bi hikumeta Şamê re ne. Divê peyama me şaş neyê fêmkirin. Daxuyaniyên hikumeta Şamê yên têkildarî hêzên me nayên qebûlkirin û nakeve xizmeta sûriyan. Ew hêzên me bi îxanetê û parçekirina welêt tawanbar dike. Em ji wan re dibêjin, we ev herêm ji DAIŞ û komên terorîst re hiştin. Hêzên me, yên ku ev herêm rizgar kirin û parastina gel dikin.”

Ebdî got ku ew serfiraz e ji ber ku ji Sûriyê ye û wiha domand: “Em bi nasnameya xwe ya sûrî serbilind in. Hemû hêzên di bin sîwana QSD`ê de bi vê yek serfiraz in. Di civîna berê de me biryareke girîng girt ku sazûmaniya QSD`ê biguherînin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk û pandemiya koronayê ev biryar û gelek biyarên din nehatin pêkanîn.”

Ebdî di dawiya axaftina xwe de pêwîstiya pêşxistina QSD`ê destnîşan kir û got: “Di vê civînê de em ê hewl bidin gelek biryaran bigirin ku pêkanîna biryarên berê misoger dikin. Em ê saziyên leşkerî pêş bixin, karînên wê zêde bikin, xebatên rêveberî û leşkerî pêş bixin da ku DAIŞ`ê bi temamî tune bikin, herêmên dagirkirî rizgar bikin û ewlehiyê li Sûriyê bi giştî pêk bînin.”

Paşê fermandarê Hêza Erkên Hevbeş-Pêngava El-Ezem El-Selib Paul t. Calvert, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer û Ebid Hamid El-Mihbaş bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn.

Civîna salane ya QSD`ê dê piştî danê nîvro li pêşiya çapemeniyê girtî berdewam bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8fnPmv3vmtE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>