Malbatên şehîdên Şedadê bertek nîşanî êrişa li ser goristana Şehîdan da

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a li ser goristana Şehîdan a li Efrînê ya dagirkirî şermezar kir.

Malbatên şehîdên Şedadê bertek nîşanî êrişa li ser goristana Şehîdan da
31 tîrmeh, 2021   14:17
HESEKÊ

Nerazîbûnên li hemberî êrişa dewleta Tirk a li ser goristana Şehîdan a li bajarê Efrîna dagirkirî zêde dibin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Şedadê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya meclisê bi beşdarbûna nûnerên meclisên sivîl, leşkerî, hêzên parastina jinan û bi dehan şênî di nav de malbatên şehîdan hate xwendin.

Nûnerên Meclisa Sivîl, leşkerî, YPJ û bi dehan welatî û malbatên şehîdan Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê daxuaynî da.

Meclisa Malbatên Şehîdan di destpêka daxuyaniyê de got: "Faşîzma Tirk bi serkêşiya MHP û AKP`ê û li pêşberî çavên  cîhanê tevahiya biryarên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û nirxên madî û manewî bin pê dike, bi hemû rêbazên qirêj li dijî daxwazên gelê me yê avakirina welatekî ku her kes bi nasname û rûmeta xwe tê de bijîn, disekine. Me di dîrokê de mîna vê rejîma faşîsta qirêj nedîtiye ku gihaşt asta êrişî goristanên şehîdan bike. Beriya niha li Bakurê Kurdistanê û Serêkaniyê ya birîndar jî ev yek kiribû, îro jî ku ev cara sêyemîn e li dijî goristanên Efrînê heman kiryarî dike. Goristanên şehîdan kirin bareghên leşkerî, ji vê têr nebû, lê belê hewl da bi awayekî sîstematîk goristanên şehîdan jî xerab bike û gihaşt asta ku gorên şehîdan veke û bi termên wan ên pak bilîze."

ꞌEM DI XETA TÊKOŞÎNÊ DE BI ISRAR IN'

Di daxuyaniyê bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl, demokratîkxwaz û aştîxwaz û hevalên gelê bindest ên cîhanê hate kirin "Destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji gelê Sûriyê dawî bikin. Hêviya me heye ku di vê qonaxê de mirovahî bi erka xwe ya exlaqî rabe û siyasetên AKP`ê û çeteyên wê teşhîr bike, di heman demê de em hîn zêdetir bi israr bikin ku têkoşîna bi din ala şehîdan û serokê neteweyî Abdullah Ocalan berdewam bikin heta herêmên dagirkirî vegerînin."

ꞌEM Ê  BI HEMÛ HÊZA XWE LI  DIJÎ ŞERÊ TIRKIYÊ YÊ QIRÊJ BISEKININꞌ

Maêbatên şehîdan her wiha di daxuyaniyê de got: "Em wekî bi hezaran malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hemû pêkhateyên xwe û tevahiya kesên azad ên ewladên gelên me yên têkoşer, em ê bi hemû rêbazan û bi hemû hêza li dijî şerê taybet ê qirêj ê dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û siyaseta wê ya qirêj eşkere bikin. Ji her qonaxê zêdetir em israra li ser bidestxistina cihê xwe yê di nava gelê azad e dikin û em ê bi mezin heta bi biçûkan li qad û meydanan bin û dê ala me bilind bimîne."

(eh)

ANHA