PYD: Kiryarên PDK`ê xizmeta herêma Başûrê Kurdistanê nake

PYD`ê piştrast kir ku wan tu agahî der barê sedema revandina herdu endamên xwe ku di roja 50`yî de hatin berdan, ne girtiye û bang li PDK`ê kir ku nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen di zûtirîm dem de serbest berde.

PYD: Kiryarên PDK`ê xizmeta herêma Başûrê Kurdistanê nake
31 tîrmeh, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD`ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Serbestberdana herdu endamên partiya me Mistefa Xelîl û Ezîz Mistefa ku ji bo çalakkirina têkiliyên giştî li herêma Başûrê Kurdistanê hatine erkdarkirin û bi nûnerê Rêveberiya Xwser Cîhad Hesen re dema ku berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanên ji derve pêşwazî bikin di 10`ê Hezîranê de hatin girtin, pêşketine erênî ye.

Lê belê me tu agahî der barê sedema girtina wan û encamên lêpirsînê ne girtine. Tevî ku baweriya me heye ku hevalên me tu xebatê derveyî qanûnên herêma Başûrê Kurdistanê nekirine. Lê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen nehate berdan û em heta niha çarenûsa wî nizanin.

Em weke PYD`ê dibînin ku kiryarên bi vî awayî xizmeta herêma Kurdistanê nake, lê belê xizmeta hêzên dijberî gelê me dike. Em her tim dixwazin ku hevkarî û hevgirtin li dijî komployên mezin ku li dijî gelê me tê kirin, di navbera me de hebe.

Em bang li berpirsên PDK`ê dikin ku nûnerê Rêveberiya Xweser di zûtirîn dem de, serbest berde."

(bx)

ANHA