Gelo xistina serçeteyên Ehrar El-Şerqiyê di lîsteya reş de têrê dike?

Parêzer Xalid Îbrahîm diyar kir ku Hatim Ebû Şeqra "terorîst" e diviyabû navê wî di lîsteya terorê a navneteweyî de bûya û destnîşan kir ku cezayên DYA`yê yên li ser çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe ku peyameke hişyariyê ji dewleta Tirk û komên çete yên li herêmên dagirkirî re be.

Gelo xistina serçeteyên Ehrar El-Şerqiyê di lîsteya reş de têrê dike?
31 tîrmeh, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê di çarçoveya tedbîrên têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê de di 28`ê Tîrmehê de ceza li 8 kes û 10 saziyên girêdayî hikumeta Şamê û komên çete birî. Di nav de komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di sêrî de koma Ehrar El-Şerqiyê û çete Hatim Ebû Şekra yê berpirsê kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef e.

EBÛ ŞEQRA KÎ YE?

Ehmed Îhsan Feyad El-Hayis ku bi navê Ebû Şeqra tê naskirin, serçeteyêkoma Ehrar El-Şerqiyê ye ku sûcên hovane û yên li dijî qanûn û peymanên navneteweyî pêk tîne.

El-Hayis di pêvajoya beriya aloziya Sûriyê de li gundê xwe Şeqra yê rojavayê gundewarê Dêrazorê cotkar bû. Demekê li Urdunê di avahiyan de kar kir. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re tev li nava çeteyên Ehrar El-Şam bû û piştre bû fermandarekî leşkerî.

Li gorî hinek çavkaniyan, çeteyên Ehrar El-Şam Hatim Ebû Şeqra ji nava xwe qewitandine ji ber ku pereyên tevgerê dizîne. Paşê tev li çeteyên Cebhet El-Nusra dibe. Piştî wê diçe bajarê Sermeda yê rojavayê Idlibê. Sala 2016`an bi finanseyeke kendavî ku gihaşt 500 hezar Euro Kombûna Ehrar El-Şerqiyê ava dike ku piştre dibe Ehrar El-Şerqiyê. Piştî demeke kurt, kombûnê dest bi ferzkirina baç li sivîlan û talankirinê kir.

Ehrar El-Şerqiyê komeke ji çeteyên Sûriyê ye ku dewleta Tirk desteka wan dike. Endamên wê bi fikirên xwe yên tundraw tên naskirin ku ji komên çeteyan ên herî sûcdar in, herî zêde sivîlan direvînin. Di nav wê de bi dehan çeteyên DAIŞ`ê hene. Ji wan endamê kabûra çapemeniyê ya Ebû Şeqra Ebdullah El-Ceşîm (Mihemed El-Xabûrî) ye ku berê nûçegihanekî çeteyên DAIŞ`ê yên li Reqayê de bû.

BAZIRGANÊ ŞER

Têkiliyên Ebû Şeqra bi istixbarat û rayedarên Tirk re xurt in. Di Sibata 2018`an de li rex rêveberên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" tev li civîna bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bû.

Çalakvanê êzidî Elî Hisên El-Xanesorî ji malpera Êzidî 25 re axivî û got: “Terorîst Hatim sûcên dermirovî li dijî êzidiyên Efrîn û Ezazê pêk anîn. Piştî ku komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bajarê Dêrazorê dagir kir di bazirganiya malbatan, revandin û kolekirina wan de kar kir. Ebû Şeqra bi bazirganê şer tê naskirin. Wî li beramberî pere gelek zarok û jinên êzidî revandin û birin Tirkiyê.”

Di 19`ê Çileya 2019`an de dîmeke di medyaya dejîtal de hate parvekirin, di dîmen de çeteyên Ehrar El-Şerqiyê îşkence li ciwanekî dikin. Çeteyan  bi hicetên ne rast li navçeya El-Raî ew ciwan girtiye. Ji dîmenan hovîtiya îşkenceya ku lê dihat kirin, xuya bû.

Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên herî xirab û qirêj in. Ji ber ku gelek sûc û binpêkirin ji revandinê bigire, xwestina fîdyayan heta bigihêje kuştin û destavêtinê pêk anîne.

Rêxistina Efûyê ya navneteweyî di 18`ê Cotmeha 2019`an de got, hêzên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wê di serî de çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên hovane û yên şer di nav de kuştina bizanabûn û êrişên derqanûnî pêk anîne ku di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.

Rêxistinê dema di navbera 12 û 16`ê Cotmehê de şahidiya 17 kesan di nav de kesên ku di warê tenduristiyê de kar kirine, karmendên xilaskirinê (inqazê), koçber, rojnamevan, karmendên warê mirovahiyê yê xwecihî û navneteweyî kom kirin. Her wiha ji gelek dîmen û raporan piştrast bûye.

Di rapora rêxistinê de bal tê kişandin ser detayên hovane yên qetilkirina siyasetmedara sûrî Hevrîn Xelef ku endamên koma Ehrar El-Şerqiyê pêk anîne.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku 9`ê Cotmeha 2019`an dest pê kirin, çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li ser rêya M4 ya di navbera Hesekê û Reqayê de sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî du kesên pêre qetil kirin. Çete Ebû Şeqra dîmenê kesên bi Hevrîn re ku destên wan kelepçekirî bûn parve kir.

`ŞEQRA TERORÎST E, DIVÊ LI SER ASTA NAVNETEWEYÎ WERE CEZAKIRIN`

Parêzer Xalid Îbrahîm destnîşan kir ku cezayên li ser çeteyên Ehrar El-Şerqiyê hatine birîn tu bandorên wê yên aborî yan jî leşkerî tuneye, dibe ku bandorên wê yên siyasî sivik bin û got: "Ji ber ku ew çete ne fermî ne û bi aliyên fermî re dan û standinê nakin, pêdivî û cebilxaneya xwe bi rêyên ne rewa (qaçaqcitî) û bi desteka dewleta Tirk a dagirker peyda dikin."

Îbrahîm diyar kir ku komên çeteyan bi giştî li gorî qanûnên navneteweyî yan jî olî yan jî exlaqî tevger nagerin û wiha domand: “Cezayên Amerîkayê yên dawîn ên li dijî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê dibe ku peyameke hişyariyê be ji dewleta Tirk, qaşo opozîsyonê û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî re be. Dibe ku di pêşerojê de gavên din werin avêtin.”

Xalid Îbrahîm di dawiyê de got: “Hemû dizanin ku Hatim Ebû Şeqra terorîst e, bi awayekî hovane siyasetmedar Hevrîn Xelef qetil kir. Ev êriş li dijî mirovahiyê ye û sûcekî şer e. Ceza têrê nakin ku hedek ji vî terorîstî û koma wî re were dayîn. Divê navê wî û koma wî di lîsteya reş de bin.”

(şx)

ANHA