PYD'ê bang li hêzên Kurdistanî kir: Li hemberî siyasetên PDK'ê bisekinin

PYD'ê têkildarî êrişa hêzên PDK'ê yên li dijî gerîlayan got, siyasetên PDK'ê tevahî destkeftiyên gelê Kurd dixe xeteriyê û yekitiya neteweyî dike hedef. PYD'ê banga rabûna li hemberî van siyasetan kir.

PYD'ê bang li hêzên Kurdistanî kir: Li hemberî siyasetên PDK'ê bisekinin
30 tîrmeh, 2021   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li ser gerîlayan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD'ê diyar kir ku di demekê de ku hêzên gerîla yên qehreman derban li artêşa Tirk dixin, pêşmerge yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê bêyî tu armanc û bi destek û alîkariya artêşa Tirk hêzên xwe li herêmên şer bi cih dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bicihbûna hêzên pêşmerge li wan herêman tê wateya amadekirina zemîna şer, ku di rojên dawî de qewimî.

PYD'ê hevkariya PDK'ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re li dijî gerîla şermezar kir û wiha domand: "Tişta ku hêzên girêdayî PDK'ê dike siyaseteke pir xeter e, tevahî destkeftiyên gelê Kurd dixe xeteriyê. Êrişên li ser gerîla êriş li ser nirxên hevpar ên gelê me ye, di heman demê de hedefkirina yekitiya neteweyî ye ya ku gerîla hêza wê ya garantor e. Ji ber vê yekê em bang li hêzên Kurdistanî dikin ku li hemberî van siyasetan bisekinin."

PYD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li PDK' ir ku dest ji kiryarên xwe yên xeternak berde û got, dê encamên van kiryaraên li ser pêşeroja gelê Kurd li her çar parçeyan xeter be.

ANHA