​​​​​​​YE`yê sîstema cezayên têkildarî Lubnanê erê kir

YE`yê sîstema birîna cezayan a li dijî kesayet û dezgehên diyar ên Lubnanê pejirand.

​​​​​​​YE`yê sîstema cezayên têkildarî Lubnanê erê kir
30 tîrmeh, 2021   17:02
BEYRÛT

Yekitiya Ewropa (YE) sîstema birîna cezayên li dijî kesayet û saziyên diyar ên Lubnanê pejirand.

YE'yê got, ev ceza ji bo kes û saziyên ku demokrasî û pêkanîna qanûnê li Lubnanê asteng dikin e.

Ceza, ji qedexekirina çûna dewletên Yekitiya Ewropayê û sekinandina mal û milkên wan pêk tê.

(eh)