Berpirsên MSD`ê: Hevgirtina Kurdî-Erebî aktora çareserkirina aloziya Sûriyê ye

Berpirsên MSD`ê got, hevgirtina Erebî – Kurdî ji aktorên girîn in ku dikarin aloziya Sûriyê çareser bike.

Berpirsên MSD`ê: Hevgirtina Kurdî-Erebî aktora çareserkirina aloziya Sûriyê ye
30 tîrmeh, 2021   04:26
REQA – EHMED EL-ESAF

Pirrengiya neteweyî û etnîk aktora dewlemendbûna her erdnîgariyekê ye. Lê dema ku desthilatdar vê aktorê bi kar bînin û ji bo xurtkirina desthilata xwe pêkhateyan li hemberî hev sor dide aktoreke bi girêk û hesas.

Hevgirtina di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di salên borî de li Sûriyê bûye nimûne û di çareserkirina aloziya Sûriyê de xwe dispêrin wê. Her wiha dibe ku bibe nimûneya çareserkirina dozên Rojhilata Navîn ne.

Endamê nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Xelîl Ebdê diyar kir ku koka têkiliya Kurdî – Erebî pir kûr e û wiha domand: "Ji destpêkê ve ev her du pêkhate ji aliyê sîstemên desthilatdar ve rastî êrişan tên. Wan sîsteman rolek di derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de lîst da ku hêza herêmê, çanda wê parçe bikin şarestaniyên herêmê tune bikin."

Xelîl Ebdî wiha da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê hêzên ku ku ev herêm xistin bin serweriya xwe hewl dan tevliheviyên eşîrtî û neteweyî derxistin da ku serweriya xwe li herêmên xurt bikin û diyar kirin ku di encamên siyasetên wiha de DAIŞ û komên îslamî û wekî din derketin.

Ebdî destnîşan kir ku rola hevgirtina pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rizgarkirina herêmê ji mezintirîn rêxistinên terorîst de mezin bû û ji bo avakirina Rêveberiya Xweser, leşkerî û siyasî ku di hemû aliyan de herêmê birêve bibe, xebitîn.

Her wiha Xelîl Ebdî îşaret bi girîngiya hevgirtina pêkhateyên gelê Sûriyê di çareserkirina krîzên li Sûriyê de kir û ev tişt anî ziman: "Di van demên zehmet de ku herêm bi giştî têre derbas dibe, êriş û zextên dewleta Tirk ji aliyekî ve, destwerdanên Rûsya û Îranê ji aliyekî din ku xwestin tevna civakî ya Sûriyê ya xurt ji hev bixin, girîngiya hevgirtina pêkhateyên gelê Sûriyê derdikeve. Ev hevgirtin dikare rê li ber çareserkirina aloziyê veke."

Endama Nivîsgeha Jin a MSD`ê Debiya El-Nasir jî got: "Gelê Sûriyê xwedî hişmendiyeke siyasî ye. Dikare nas bike ku kî dixwaze temenê aloziyê dirêj bike û kî dixwaze çareser bike."

Debiya El-Nasir îşaret bi hevgirtina Erebî – Kurdî kir û ev tişt anî ziman: "Her du pêkhateyên Sûriyê ji destpêka aloziyê ve zehmetî dîtin. Lê îro nikare paşde vegere. Divê li pêş binêrin. Îro MSD`ê dixwaze Sûriyeke demokratîk û nû ava bike da ku nêrînekê ji bo hemû gelê Sûriyê û hemû pêkhateyên wê re, dayne." 

Debiya El-Nasir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro tu kes nabîne ku ev pêkhate Kurd yan Erebe. Lê belê em hemû gelê Sûriyê ne. Em dixwazin ku aloziya Sûriyê bi rêya hevgirtina pêkhateyan çareser bibe. Rola vê hevgirtinê di çareserkirina dozên li ser asta Sûriyê û asta Rojhilata Navîn dê mezin be."

(bx)

ANHA