​​​​​​​Lêkolînerekî civakî banga xwedîderketina li berxwedana girtiyan kir

​​​​​​​Lêkolîner Mehmûd Kalî banga xurtkirina têkoşînêli hemberî planên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û xwedîderketina li berxwedana girtiyên di zindanên dewleta Tirk de kir.

​​​​​​​Lêkolînerekî civakî banga xwedîderketina li berxwedana girtiyan kir
30 tîrmeh, 2021   03:31
QAMIŞLO- ÎSAM EBDULLAH

Girtiyên siyasî di zindanên Tirkiyê de, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan, zêdetirî heft mehan dest bi hemleya grava birçîbûn kirine.

Lêkolînerê civakî, Mehmûd Kalî ji ajansa me re got: "Dewleta Tirk û dijminên demokrasiyê baş dizanin ku rêber Ocalan dikare nakokiyên heyî yên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn çareser bike, her wiha modernîteya kapîtalîst û dewletên serdest ên li herêmê jî dizanin ku ramana rêbertî ji bo pergalên wan xeter e, ji ber vê yekê dixwazin raman û felsefeya rêbertî tengav bikin. Tecrîd ne tenê li ser kesayeta rêber Ocalan ye, di heman demê de li ser fikir û projeya demokratîk a rêbertî ye."

' RAMANÊ RÊBERTÎ ÇARESERÎ YE'

Kalî diyar kir ku dewletên neteweperest û sîstemên kapîtalîst bi afirandina şer û pevçûnan temenê xwe dirêj dikin û got: "Ramanê rêbertî ji bo krîz û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareserî ye û bi saya wê dewleta Tirk dikare ji krîza dijwar derkeve. "

Kalî destnîşan kir ki rêber Ocalan gelek caran teqez kiriye ku ew dikare pirsgirêk û krîzên li herêmê bi dawî bike û doza Kurd çareser bike û got: "Lê, dewleta Tirk û dewletên serdest vê yekê naxwazin."

Kalî bal kişand ser pêngavên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û desnîşan kir ku greva birçîbûnê  yabi hezaran kes beşdar dibin, yek ji rêbazên têkoşîn û berxwedana li hemberî siyasetên ku li dijî rêber Ocalan tên meşandin e." Her wiha diyar kir ku pêngavên grava birçîbûn berxwedaniyeke dîrokî ye xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê û berxwedana 14'ê Tîrmehê sala 1982'an ne.

Lêkolîner berxwedana 14'ê Tîrmehê wekî mîrateya têkoşîna dîrokî bi nav kir wiha domand: " Akif Yilmaz, Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û hevalên wî dest bi greva birçîbûnê ya bêdor û bê veger kirin heya gihaştin asta şehadetê. Bi vî awayî mîrateke ji bo naskirina doza Kurd û gelê Kurd ava kir û ji bo Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû wekî nasname ye."

Li ser têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê Kalî wiha got: "Divê em bibêjin ku tevgera azadiyê xwedî têkoşîneke dîrokî ye, bi taybet di şeva Newrozê de dema ku Mazlûm Dogan li hemberî hovîtî û pozbilindiya faşîzma Tirk agir berda canê xwe. Ji ber vê yekê grevên birçîbûnê xwedî dîrokeke dirêj e ku vedigere destpêka salên 80'î û heta îro berdewam dike."

Kalî anî ziman ku pêwîste berxwedana şehîd Mazlûm Dogan û berxwedana 14’ê Tîrmehê baş werin nirxandin û wiha pê de çû: "Ji ber ku ew xwedî xisûsên qehreman û berxwedaneke mezin in, her wiha armanca sereke ya van berxwedanan ew bû ku dengê gelê Kurd bigihînin raya giştî ya cîhanê." Kalî destnîşan kir ku berxwedana niha ya li girtîgehên Tirkiyeyê berdewama berxwedana Mazlûm Dogan û 14'ê Tîrmehê ye.

Mehmûd Kalî got fikir û felsefeya rêber Abdul Ocalan ji bo jiyaneke azad û bi rûmet zindanan veguherand çavkaniya raman û berxwedanê û got: "Ji ber vê yekê, berxwedana heyî ya li girtîgehan ji têkoşîna gelê Kurd nayê cudakirin. "

Lêkolînerê civakî Mehmûd Kalî bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta berxwedanê li dijî dewleta dagirker a Tirk. Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Rêxistina Efûyê yên Navneteweyî şermezar kir û got, bêdengiya wan delîla piştgiriya faşîzma Tirk e.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NwY44NadMKI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>