ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-07-2021'AN
29 tîrmeh, 2021   23:00

-Meclisên malbatên şehîdan ên Dêrik û Çilaxa, têkildarî şehîdxistina 3 gerîlayan di êrişa hêzên PDK'ê de li herêma Xelîfan daxuyaniyê didin, saet 10:00'an.

- Berpirsên MSD`ê got, hevgirtina Erebî – Kurdî ji aktorên girîn in ku dikarin aloziya Sûriyê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Vekişîna Amerîka ji Efganistan û Iraqê dawî li dîrokeke 20 salan dirêj kir, tîne, ku ji diragonê çînî re ji aliyê aborî ve û hirçê rûsî re ji aliyê leşkerî ve vala bibe. Li aliyekî din jî Tehran û Enqere hişt ku bibe hêza hegemon li Lîbya, Iraq, Sûriyê, Lubnan heta Efganistanê jî. Ew yek jî di encamên siyasetên wê yên çewt li dijî gelên herêmê de ye. (BI WÊNE).

- Kamereya ANHA'yê encamên topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundê Gozeliyê yê Til Temirê şopandin. Şêniyên gund ku ji ber êrişan li çolan xew dike gotin, dagirker bêserûber gund topbaran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer Mihemed El-Neîmî diyar kir ku qutkirina avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcek li dijî mirovahiyê ye û bang li civaka navneteweyî kir ku dewleta Tirk a ku avê li ser herêmê qut dike muhasebe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Efrînê destnîşan kir ku biryara UNICEF vîna wan naşkîne got, ev biryar dikeve xizmeta dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê yên ku dixwazin berxwedanê bifetisînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayika şehîd Hevrîn Xelef têkildarî biryara DYA'yê ya cezakirina qatilê keça wê got: "Têrê nake, ji ber ku alîgirên qatilan sûcan li dijî gelê Sûriyê didomînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Berpirsa Jinê di Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya Minbicê de Muna Xelef got: " Tirkiyê sînor derbas kir, gihişt Lîbya û Azerbeyanê û çalakiyên leşkerî li wir pêk anîne bêyî ku leşkerekî xwe winda bike, ji ber ku çeteyên sûrî ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Lêkolîner Mehmûd Kalî banga xurtkirina têkoşînêli hemberî planên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û xwedîderketina li berxwedana girtiyên di zindanên dewleta Tirk de kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Dêrazorê diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî ye û nûnertiya vîna pêkhateyan dike. Jinên bang li civaka navneteweyî kir ku rêveberiyê nas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Minbicê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser goristana şehîdan a Efrînê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên ku Tirkiyê li herêmên dagirkeriyê pêk tînin ji bêdengiya xwe derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên Pêşangeha Pirûkan a Şehîd Herekol a 5'an di roja 2'yemîn de li Navenda Mihemed Şêxo berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA