​​​​​​​'Tirkiye çeteyên Sûrî ji bo pêkanîna armancên xwe li dewletên derdorê bi kar tîne'

Berpirsa Jinê di Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya şaxê Minbicê de Muna Xelef got: "Tirkiye sînor derbas kir, gihişt Lîbya û Azerbeyanê û çalakiyên leşkerî li wir pêk anîne bêyî ku leşkerekî xwe winda bike, ji ber ku çeteyên sûrî ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tîne."

​​​​​​​'Tirkiye çeteyên Sûrî ji bo pêkanîna armancên xwe li dewletên derdorê bi kar tîne'
30 tîrmeh, 2021   00:39
MINBIC- EHMED QERACE

Dewleta Tirk a dagirker şandina çeteyên Sûrî ji bo şerê li derveyî Sûriyê didomîne. Piştî Lîbya, Yemen û Azerbayanê, ji çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" xwest ku 300 çekdaran ji bo şerê li Efganîstanê amade bikin. Ev ferman piştî civîna li herêma Hewar Kilis a gundewarê Helebê ya bi fermandarên komên çekdar ên opozisyonê re hate dayîn.

Berpirsa Jinê di Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya şaxê Minbicê de Muna Xelef ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Buhara Erebî ve siysaeta Tirkiyê siyaseta berfirehkirina dagirekriyê li dewletên herêmên û yên derdorê ye û got: "Ev yek me li Sûriyê dît, çawa ku Tirkiyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî piraniya herêmên li ser xeta sînor dagir kirin."

Têkildarî siyaseta Tirkiyê li dewletên herêmî jî Muna Xelef got, Tirkiyê sînor derbas kir, gihişt Lîbya û Azerbeyanê û çalakiyên leşkerî li wir pêk anîne bêyî ku leşkerekî xwe winda bike, ji ber ku çeteyên sûrî  li beramberî pereyan ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tîne.

Muna Xelef destnîşan kir ku Amerîka û NATO'yê ji Efganîstanê vekişiyan, piştre fikira ku Tirkiyê valahiya siyasî li wir dagirkir pêşkêş kir û wiha pê de çû: "Di vê mijarê de dewleta Tirk xwedî armanc bû ku di hin dosyayên li Sûriyê de mîna Idlibê, her wiha dosyaya pergala çek a S-400 a ku sedema nakokiyên di navbera Amerîkayê û Rûsyayê de ye, hin tawîzan ji dewletên NATO û Amerîkayê werbigire."

Di berdewama nirxandinên xwe de berpirsa Jinê di Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya Minbicê de daxuyand ku Tirkiyê dixwaze ji çeteyên li Idlibê û herêmên din ên ku dagirkirine xilas bibe, ji ber vê yekê wan beşdarî şerên xwe dike û got, ji bo garantiya gihandina çeteyan ji bo Efganîstanê saziyên ewlehiyê vekirin, da ku li beramberî pereyan girêdestan bi wan re çêke

Muna Xelef diyar kir ku armanca Amerîka û koalîsyonê ew e ku dewleta Tirk tev li şerekî dem dirêj bike û got: "Dewletên koalîsyonê ji 20 salan ve li Efganîstanê hene û tu serkftin li hemberî Tevgera Talîbanê pêk anîne, nemaze piştî ku tevgerê hebûna her hêzeke leşkerî li ser xaka xwe hişyar kir û hebûna hêzeke din li ser xakê bi dagirkirî bi nav kir."

Berpirsa Jinê di Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya Minbicê de Muna Xelef di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û hêzên aktîv li cîhanê yên xwedî bandor li dewleta Tirk kirin ku "Li hemberî destwerdanên derve, binpêkirin û dagirkirina Tirk xwedî helwesteke cidî bin, zêdegaviyên Tirkiyê bi dawî bikin da ku aştî li tevahî cîhanê pêk were."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cAFbmKRa7lk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>