​​​​​​​Şêx û rûspiyên Hesekê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Asayîşê nîşan da

Şêx û rûspiyên Hesekê têkildarî pêngavên tunekirîn dizî û madeyên hişbirê, piştgiriya xwe ji bo Hêzên Asayîşê nîşan da.

​​​​​​​Şêx û rûspiyên Hesekê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Asayîşê nîşan da
29 tîrmeh, 2021   17:12
HESEKÊ

 Bi dehan şêx û rûspiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê li nivîsgeha Têkiliyên Eşîran a Girêdayî Hêzên Asayîşê ya bajarê Hesekê kom bûn û têkildarî pêngava li dijî dizî, bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbirê piştgiriya xwe ji Hêzên Asayîşê re nîşan da.

Serokê Qebîleya Cibûr Fewaz El-Zobai daxuyanî xwend û got: "Ji ber bûyerên dizî, qetilkirin û serdegirtina malan û bikaramîna madeyên hişbirê û bazirganiyê û bi armanca rêgirtina li ber van kirinên derexlaqî, em şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Hesekê û gundewarên bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) re koordîne kir.

Li ser vî esasê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêngaveke berfireh da destpêkirin û gelek kes girtin. Ev pêngav dê heta girtina hemû kesên ku van kirinan dikin berdewam bike.

Em şêx û rûspiyên herêmê spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin ku ewlehiya welatiyan diparêze û daxwazên wan bi cih tîne. Em ji aliyê ve, piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di pêngavên wê yên pêkanîna ewlehî û aştiyê li herêmê de dikin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/juNVjjA5R2A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>