Kesên nenas gule li bazara Cezra El-Bûhêmed reşandin, ciwanek birîndar bû

Çekdarên nexan ku li  motorsiklêtekê siwar bûbûn, derbasî bajarokê Cezra El-Bûhêmed bûn û gule bêserûber reşandin, di encamê de ciwanekî ji eşîra El-Bûhêmed birîndar bû.

Kesên nenas gule li bazara Cezra El-Bûhêmed reşandin, ciwanek birîndar bû
28 tîrmeh, 2021   18:31
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, dema çekdar derbasî bazara herêmê bûn û gule bêserûber reşandin û reviyan, ciwanek birîndar bû. Ciwan rakirin nexweşxaneya Reqayê da ku were dermankirin.

Ji bo van kiryar û bûyeran QSD’ê li Dêrazorê hemleyên serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê dane destpêkirin.

(eh)

 ANHA