​​​​​​​Şêniyên Tebqa şehîd Elî Mehmûd oxir kir

Şervanê QSD'ê Elî Mihemed Mehmûd (Humsî) bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

​​​​​​​Şêniyên Tebqa şehîd Elî Mehmûd oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqa şehîd Elî Mehmûd oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqa şehîd Elî Mehmûd oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqa şehîd Elî Mehmûd oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqa şehîd Elî Mehmûd oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Tebqa şehîd Elî Mehmûd oxir kir
27 tîrmeh, 2021   18:20
TEBQA

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla QSD’ê ve dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber ê meclisê Ebdulhekîm Hisên axivî û wiha got: "Em şehîdekî û zavayekî li pey hev  bi tilîlî û serbilindî oxir dikin. Li hermberî wê israra me ya pêkanîna armancên şehîdan heye, ji ber ku wan meşaleyên serhildanê pêxistin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mehmûd El-Elî, di kesayeta şehîd Elî Mehmûd de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku wan di oxira pêkanîna jiyaneke birûmet û azad de canê xwe da.

Piştre li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Heverokê Komîteya Têkiliyên Giştî Îbrahîm Mihemed got, şehîd bi bedenên xwe diçin, lê giyaên wan û xebatên wan rêya gelan ronî dike û bi keda xwe neteweya demokratîk û biratiya gelan ava kirin.

Piştî axaftinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed El-Ereb wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd bi diruşmên silavkirina berxwedanê û tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(fr)

ANHA