Şehîdên teqîna Qamişloyê hatin bîranîn

Bi boneya salvegera 5`emîn a teqîna hovane ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê, meclisa bajêr û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo li cihê teqînê merasîmeke bîranînê li dar xist.

Şehîdên teqîna Qamişloyê hatin bîranîn
Şehîdên teqîna Qamişloyê hatin bîranîn
Şehîdên teqîna Qamişloyê hatin bîranîn
Şehîdên teqîna Qamişloyê hatin bîranîn
27 tîrmeh, 2021   18:57
QAMIŞLO

Di merasîmê de bi dehan şêniyên Qamişloyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Kongreya Star, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amade bûn. Li cihê bûyerê wêneyên şehîdan hatibûn rakirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre Meclisa Bajarê Qamişlo daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê endama meclisê Hesna Remo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rûxmî mezinbûna teqînê ti aliyên ku qaşo xwe bi parastina mafê mirovan pênas dikin, şermezarî yan daxuyanî li ser bûyerê nedan û wiha dewam kir: “Em wekî Meclisa Qamişloyê soza rawestandina li hemberî terorê ji bo gelê xwe didin, em ê heta avakirina civakeke demokratîk û sîstemeke nenavendî li cem gelê xwe bin.”

Li aliyekî din endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Omer Mûsa jî axivî û di kesayeta hemû şehîdên Kurdistanê û çiyayên azad de şehîdên teqîna bajarê Qamişlo bibîranî.

Mûsa daxuyand ku armancên wan şehîdan ew bûn ku nasname, çand û zimanê civaka xwe bighînin azadiyê û da zanîn ku ev êrişa hovane berdewamiya êrişên dewletên dagirker e ku dixwazin nasname û hebûna gelê Kurd tune bikin.

Mûsa bal kişand ser vekirina gorên şehîdan û pêkanîna guhertina demografî li herêmên dagirkirî û got, li hemberî vê yekê gelê Kurd xwe dispêre mîrasên çil salî ya tekoşîna li çiyayên Kurdistanê.

Paşê mûm hatin vêxistin. Merasîm bi slogana “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Hêjeyî gotinê ye di 27`ê Tîrmeha 2016`an çeteyên DAIŞ`ê bi kemyoneke bombebarkirî êrişî taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kir. Di encamê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kes jî birîndar bûn.

(sb)

ANHA