Biden û Kazimî dê têkildarî bidawîkirina erka hêzên Amerîka li Iraqê peymanekê îmze bikin

Berpirsekî payebilind ê amerîkî eşkere kir ku Biden û Kazimî dê peymanekê îmze bikin ku bi awayekî fermî erka hêzên Amerîka li Iraqê bidawî bike.

Biden û Kazimî dê têkildarî bidawîkirina erka hêzên Amerîka li Iraqê peymanekê îmze bikin
26 tîrmeh, 2021   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî Reuters, Serokê Amerîka Joe Biden û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dê peymanekê îmze bikin ku erka hêzên Amerîka li Iraqê piştî 18`e salan di dawiya sala 2021`an de bidawî bike.

Bi biryara vekişîna hêzên Amerîka ji Efganistanê re di dawiya Tebaxê de, Joe Biden erka hêzên Amerîka di her du şerên ku serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush dest pê kiribû, bidawî dike.

Tê payîn ku Biden û Kazimî li nivîsgeha El-Beydawî bicivin, bi vê yekê dê cara yekemîn be ku bi awayekî rasterast diyalogên stratejîk di navbera DYA û Iraqê de pêk werin.

(bx)