Li gundewarê Idlibê depoyekî cebilxaneyê teqiya

Vê sibehê li gundewarê bakurê Idlibê depoyekî çek û cebilxaneyê teqiya. Li aliyekî din li bajarê Idlibê kesên nenas êrişî benda kontrolê “Ram” ê girêdayî çeteyên Tehrîr Şam kir.

Li gundewarê Idlibê depoyekî cebilxaneyê teqiya
26 tîrmeh, 2021   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê li gundê Merata Şelif yê li bakurê Idlibê depoyekî çek û cebilxaneyê teqiya. Heta niha sedema teqînê yan jî depo girêdayî kîjan aliyê leşkerî ye nayê zanîn.

Li gorî SOHR`ê, li herêmê çeteyên “Tehrîr Şam” û komên din ên çeteyan hene. Lê heta vê kêliyê agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatine bidestxistin.

Li aliyekî din, kesên nenas êrişî benda kontrolê “Ram” a girêdayî çeteyên “Tehrîr Şam” û li xaçrêya Merit Sirîn a bajarê Idlibê ye, kir. Di encamê de, di navbera her du aliyan de heta çend deqeyan şer derket û piştre kesên nenas reviyan. Li gorî SOHR`ê, di şer de hin çeteyên Tehrîr Şam birîndar bûne.

(cx)