HRE`yê nasnameya hevrêyekî xwe eşkere kir

HRE`yê ragihand ku şervanê wan Zinar Efrîn (Rehman Hisên) 25`ê Tîrmehê di topbarana dagirkeriya Tirk de li ser herêma Efrînê, gihaştiye asta şehadetê.

HRE`yê nasnameya hevrêyekî xwe eşkere kir
26 tîrmeh, 2021   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî şehadeta şervanê xwe daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja 25`ê Tîrmehê li herêma Efrînê rêhevalê me Zinar Efrîn di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de gihaşt asta şehadetê. Di heman topbaranê de 2 rêhevalên me jî brîndar bûn.

Rêheval Zinar li Efrînê di nav malbateke welatparêz de mezin bû. Hestên welatparêziyê di kesayeta xwe de zivirand zanebûnê û li ser wê esasî ji bo tolê ji dagirkeran bigire sala 2020`an tev li nav refên me bû. Rêheval Zinar her tim bi moral û coşeke mezin tev li kar û xebatan bû û hemû erkên ku diketin ser milê wî bi azwerî û berpirsiyariyek mezin bi cîh anî. Ev sekna xwe ya bibiryar heta kêliya dawî ya jiyana xwe parast û tevlî karwanê şehîdên azadiye bû.

Em di şexsê rêheval Zinar de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Zinar Efrîn

Nav û Paşnav: Rehman Hisên

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Elî Hisên

Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrîn | 25 Tîrmeh 2021

(cx)