Hevseroka KNK`ê Zeyneb Murad: PDK`ê bersiva me neda

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad têkildarî serdanên wan ji bo partiyên Başûrê Kurdistanê got ku zemînek ji bo yekîtî û pêkanîna yekîtiya netewî heye, lê PDK`ê bersiva wan nade. Her wiha bang li partiyên siyasî kir da ku dijî dagirkeriya Tirk xwedî yek helwest bin.

Hevseroka KNK`ê Zeyneb Murad: PDK`ê bersiva me neda
26 tîrmeh, 2021   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê Zeyneb Murad, li bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyek çapemeniyê encamên serdanên wan yên ji bo partî, aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, ragihand.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad da zanîn ku di encama serdanên wan de derketiye holê ku zemînek ji bo yekîtî û pêkanîna yekîtiya netewî heye. Zeyneb Murad di dewama axaftina xw de dibêje; “Em di wê baweriyê dene, bi berxwedanek netewî, piştgiriya dost û azadîxwazan, em dikarin hewldanên êriş û dagirkeriyê bişkînin.”

Zeyneb Murad balkêşa ser helwesta PDK’ê ya li hemberî yekîtiya netewî û wiha dom kir; “Heya niha jî ji bo civînek bi mere, PDK’ê bersiva me nedaye. Me hîn jî  nûnerên wan nedîtine û helwesta wan ne erênî û ne jî nerêniye. Divê bi xwe bêjin ji bo çi bersiva me nadin, deriyê me ji bo hemû partî û rêxistinan vekiriye.”

Hevseroka KNK’ê di dewama axaftina xwe de qala kar û xebata KNK’ê ya du mehên dawî a li Başûrê Kurdistanê kir û wiha pêde çû; “Ji bo ku Kurd ji vê rewşa hestyar û metirsîdar derbikevin, di nava du mehan de li Başûrê Kurdistanê ji bo ku yek dengiyek derbikeve, me xebat kir. Divê em bi her awayî bikarîn dijî dagirkeran rawestin, ji ber ku herî zêde niha pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya netewî heye. Bi awayek dur ji şerê navxweyî û şerê malwêraniyê, li ser mêzê guftugoyê dikarîn pirsgirêkan dawî bînîn û bi diyalogê çareser bikîn. Ji ber ku nebûna yekîtî û yekhelwestiyê, eniyên parastinê ên li Kurdistanê lewaz dike. Me wek KNK’ê hewl da hemû partiyên siyasî yên Kurd, fraksiyonên parlamentoyê, rêxistin, rewşenbîr, medya û rêxistinên jinan ên li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê bibînin.”

Zeyneb Murad bang li partiyên siyasî kir û got; “Divê hemû partiyên Kurdistanê li hemberî êriş û dagirkeriyê xwedî helwest bin. Em bang li hemû xelê Kurdistanê dikîn, bi taybet jin, ciwan û azadîxwazan dikîn, ji bo ku partiyên siyasî ji şerê navxweyî dûr bikevin û rê li dagirkeriya dewleta Tirk bigrin, zextê li aliyên siyasî bikin.”

(cx)