Duyemîn Konferansa Meclisa Jinan a malbatên şehîdan dest pê kir

Bi dirûşma "Têkoşîna jina azad, parastina nirxên şehîdan û misogeriya şoreşa Rojava ye" duyemîn konferansa Meclisa Jinan a malbatên şehîdan a Rojava, dest pê kir.

Duyemîn Konferansa Meclisa Jinan a malbatên şehîdan dest pê kir
26 tîrmeh, 2021   09:26
​​​​​​​QAMIŞLO

400 delegeyên ji navçe, bajarok û bajarên Rojava û nûnerên rêxistin û saziyên jinan ji herêmên Firat û Cizîrê, beşdarî konferansa ku li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê tê lidarxistin, bûn.

Tê payîn ku gelek axaftin di konferansê de werin kirin. Her wiha nirxandinên rêber Abdullah Ocalan û rapora salane ya meclisê werin xwendin û li ser were nîqaşkirin.

Li gorî komîteya amadekar a konferansê, wê rêziknameya hundirîn were erêkirin û jinûve sazûmaniya Meclisa Jinan a malbatên şehîdan a Rojava were avakirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lV2Cqhj3EAI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>