ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 26-07-2021'AN

ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 26-07-2021'AN
25 tîrmeh, 2021   23:00

- Cozêf Lehdo bang li civaka navneteweyî kir ku der barê sûcên vekirina gorên li Efrînê, dewleta Tirk ceza bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku nîqaşên li ser avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan bi hêzên navneteweyî re berdewam dikin, lêkolînerekî di warê terorîzma navneteweyî de hişyarî da ku girtîgeh û kamp bibin cihên terorê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Aldar Xelîl êrişên dewleta Tirk ên li ser goristana Efrînê bi sûcên dermirovahî bi nav kir û got, ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk divê şandeyeke bêalî biçe herêmê û lêkolîn bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze projeyeke radîkal li herêmê ava bike, destpêkê ji herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta hemû herêmên Rojhilata Navîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê çûna wezîrê hundirîn ê dewleta Tirk Suleyman Soylu bajarên Efrîn û Ezazê yên dagirkirî wekî mayîndekirina dagirkirinê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê iraqî Nezîr El-Kendorî da zanîn ku heke hilbijartinên bê nehatin derengxistin dê bi xwe re tu guhartinên cidî di sazûmaniya rejîma heyî ya li ser kota, mezheb, neteweyî û partiyê de hatiye avakirin nîne. Her wiha diyar kir ku diyaloga stratejî ya di navbera Bexda û Washingtonê wê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê bi dawî nabe. (BI WÊNE).

ANHA