​​​​​​​Hêzên dagirker êrişî gundên Minbicê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran dikin.

​​​​​​​Hêzên dagirker êrişî gundên Minbicê dikin
25 tîrmeh, 2021   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker ji nuqteya xwe ya li gundê Yaşlî yê bakurê rojavayê Minbicê, gundên Um Edese, Um Celûd, Dendeniyê, Seyada yên bakurê rojavayê bajêr topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta niha 8 topên hawinê li gundên navborî ketine.

Topbarana li gundên tije sivîl heta niha berdewam e, têkildarî ziyanan agahî nehatin bidestxistin.

ANHA