Di çend saetên dawîn de li Tûnisê çi qewimî?

Piştî biryara serokê Tûnisê Qeys Seîd a rawestandina xebatên parlamantoyê û girtina serwezîr Hîşam El-Meşîşî ji peywirê, li kolanên Tûnisê pîrozbahiyên berfireh li dar ketin.

Di çend saetên dawîn de li Tûnisê çi qewimî?
26 tîrmeh, 2021   08:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li hemû bajarên Tûnisê bi hezaran tûnisî daketin kolanan û kêfxweşiya xwe ji ber biryarên serok Seîd û piştgiriya wî, nîşan dan.

Duh serokê Tûnisê Qeys Seîd xebat û wezîfeyên parlamantoyê da rawestandin, parêzbendiyê ji endamên parlamanotyê kişand, serokê hikumetê ji peywirê girt û ragihand ku ew bi xwe dê li ser desteyên rêveber û qanûnsazê bisekine. Serok Seîd her wiha soza şopandina kesên gendeliyê dikin û sûcdaran, parastina dewletê û berjewendiyên gel da. Gelê Tûnisê bi van biryaran kêfxweş bû.

Ev yek piştî ku duh li gelek bajarên li seranserê welêt xwepêşandanên girseyî hatibûn lidarxistin, pêk hat.

Serokatiya Tûnisê bi dauxyaniyekê diyar kir ku rawestandina parlamantoyê dê 30 rojan dewam bike. Wesayitên leşkerî jî dor li parlamanto, wezareta hundirîn û avahiya televizyonê girtin.

Serokê meclisa parlamantoyê û serokê tevger Nehda Raşid El-Xenûşî, biryarên serokê Tûnisê wekî darbeya li dijî saziyên hatine hilbijartin û saziyên din bi nav kir.

(cx)