Foruma têkiliyên kurdî-erebî hate lidarxistin

Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê ya Misirê bi navnîşana Di çarçoveya geşedanên rojane û zehmetiyan de girîngiya têkiliyên Kurd û Ereban” Forumek bi rêya Zoomê li dar xist. Di forum de hate gotin, têkiliyên Kurdî-Erebî têkiliyên dîrokî kevnar in, dosyaya Kurdî dosyayeke mezin, bi girêk û xwedî giraniyek e. Her wiha hate gotin ku gelên herêmê bi gelê Kurd re ne.

Foruma têkiliyên kurdî-erebî hate lidarxistin
25 tîrmeh, 2021   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek rewşenbîr û akademîsyen, di nav de Mûdîrê Edîtoriya Rojnameya Ehram a Misirê Fethî Mehmûd, lêkolînerê akademî yê kar û barên siyasî –Iraq û Sekretêrê Giştî Yê Komelya Erebî Ya Piştgiriya Doza Kurd Dr. Teysîr El-Alosî, Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn, çalakvana hiqûqî ya tunisî Selwa Qîqa, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, gerînendeya Komeleya Emel a Kerkûk-Iraq parêzer Sirûd Ehmed, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê misirî Recayî Fayid, profesurê di zanîngeha Belqa ya Urdinê de Dr. Ridwan Îzolî, şîrovekarê siyasî Dr. Muhîb Saliha, Serokê Rêxistina Koalîsyona Navneteweyî ya Maf û Azadiyan –Parîs Mihemed Îsamîl El-Şamî, rojnamevan û nivîskarê ji Tirkiyê Berekat Kar, parêzerê iraqî Mihemed El-Selamî, nivîskar û rojnamevanê urdinî Redad Îlyas El-Qelab û çalakvanê siyasî yê fililstînî Yasir Ebû Seydo beşdarî forumê bûn.

Forum ji aliyê Rewşen Qasim û Dr. Muxtar Gebaşî ve hat birêvebirin.

Di forumê de mijarên wekî, “Di vê demê de çima peywendiyên Kurd û Ereb?”, “Li hemberî destwerdanên ser herêmê rola Ereb û Kurdan” û “Pêşeroja danûstendinên Kurd û Ereban”  û "Rola civaka sivîl di aktîvkirina diyalogên Kurdî-Erebî de" hatin nîqaşkirin.

Fethî Mehmûd girîngiya xurtkirina têkiliyên kurdî-erebî destnîşan kir û got: "Li gel guhertinên ku li herêmên Rojhilata Navîn çêdibin, pêwîstiya me bi xurtkirina têkiliyên kurdî-erebî heye. Li herêmê guhertin çêdibin ji ber vê yekê pêwîstî heye ku em têkiliyên kurdî-erebî careke din di ber çavan re bigirin, ji ber ku gelek xeterî li pêşberî her du gelan hene. 3 proje hene; projeya tirkî, projeya îranî û projeya îsraîlê, lê projeya erebî tuneye. Ev her sê proje li ser kurdan gef in."

Recayî Fayid jî têkiliyên kurdî-erebî bi van gotinan nirxandin: "Têkiliyên kurdî-erebî kevin in, lê hikumetên ku herêmê bi rêve birin komkujî li dijî gelên herêmê bi taybet li dijî gelê Kurd pêk anîn, hêzên navneteweyî jî li hemberî gelê Kurd û yê Ereb bûne yek, ev yek jî bandoreke mezin li têkiliyên kurdî-erebî kirin."

Fayid diyar kir ku Kurd bi cihên xwe yên cografî li pêşberî dewleta Tirk a ku welatan ereban qut dike dibe bend û wiha domand: "Îran jî hewl dide dest deyne ser herêmê. Ji ber vê yekî divê têkiliyên kurdî-erebî werin xurtkirin, her gel li pêşberî zêdegavî û xeteriya çeteyên DAIŞ'ê xeta parastinê bûn. QSD'ê roleke sereke di tunekirina DAIŞ li Sûriyê lît."

Recayî Fayid girîngiya pêşxistin û xurtkirina têkiliyên her du gelan destnîşan kir.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku pêvajoya ku herêm tê re derbas berpirsyariyên dîrokî  dixwaze û got: "Divê têkiliyên kurdî-erebî yên xwedî kokên dîrokî yên qedîm werin xurtkirin û di her pêvajoyên jiyanê de werin tevgerkirin. Hevgirtina her du gelan a li hemberî dijminahiya Osmanî nîşaneya vê yekê ye."

Çiya Kurd destnîşan kir ku piştî avakirina netewdewlet, têkiliyên kurdî û Erebî xirab bûn û pêkanîna siyaseta "Parçe bike tûyî bi ser bikeve" bandoreke neyînî li têkiyên her du gelan kir.

Çiya Kurd bal kişand ser projeya neteweya demokratîk û diyar kir ku ev proje ji bo pêşxistina têkiliyan û çareserkirina pirsgirêkan çareseriya herî guncaw e.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi domdarî got: "Pir eşkere ye ku Osmaniya dagirker ji bilî karesetan tiştekî din di pey xwe nehişt, nemaze piştî ku ji bo çûna ber bi Ewropayê ve bê çare man. Osmaniyan bi navê fetihê derbasî dewletên îslamî bûn, komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîn û demgorafiya wan guhrtin. Niha jî dewleta Tirk hewl dide mîraseya Osmanî zindî bike, ji ber vê yekê bi hincetan cûda destwerdanê li Sûriyê, Iraq, Lîbiya, Yemen û Misirê dike û destekê dide komên tundraw."

Bedran Çiya Kurd bal kişand ser sûcên ku çeteyên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tînîn û got: "Dewleta Tirk destek da komên çete, komkujî li dijî gelê Kurd û gelên din ên li Sûriyê bi taybet li dijî êzidiyan pêk anîn. Ji bo pêkanîna van komkujiyan hincetên bêbingeh afirandin."

Çiya Kurd anî ziman ku divê li hemberî gefa Tirkiyê ya ku dixwaze xîlafeke îslamî ava bike têkoşîn bê kirin û got: "Gelên herêmê Kurd, Ereb û Suryan ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê fedekariyên mezin dan, van pêkhateyan sîstemek siyasî nenavendî ava kir ku yekitiya xaka Sûriyê misoger dike."

Berekat Kar jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn zêdetirî 40 mîlyon Kurd hene ku di nav gelek welatan hatine dabeşkirin, gelek gel hene, mîna gelê Kurd û gelê Filistînê hîna mafên xwe bi dest nexistine. Berekat diyar kir ku mafê kurdan heye çarenûsa xwe diyar bike.

Hiqûqnasê ji Îranê Salih Nikabîx destnîşan kir ku di navbera gelên li Rojhilata Navîn de têkiliyên xurt hene, ji berê ve û heta niha kurdan li gel ereban şerê êrişkaran kirin. Nikabîx diyar kir ku dewleta Tirk û Îranê di sedsala borî de hewl dan bandore li têkiliyên kurdî-erebî bikin, da ku herêmê kontrol bikin û di dema dawî de destek dan komên terorîst.

DOZA KURD JI DOZÊN GIRÎNG LI HERÊMÊ YE

Muhîb Salha diyar kir ku dewleta Tirk cîranê Sûriyê ye û hewl dide demografiya herêmê biguhere û piştrast kir ku doza Kurd ji dozên girîng li herêmê ye û çer ku gelê Kurd bi gelên Ereb re li ser dirêjahiya dîrokê piştgiriya avakirina şaristandiyê kiriye, divê gelê Ereb jî bi mafên dîrokî yên gelê Kurd ava bikin.

Teysîr Elosî bal kişand ser aktîfkirina rola yekitiya kurdî-erebî û aktîfkirina xîtaba nû ya li rêgezên hevduqebûlkirinê û wiha got: "Divê îtîtaf bi çarenûsa gelan were kirinn û li gorî rêxistina siyasî ya di dema niha de jinûve koalîsyona kurdî-erebî ya kevnare vegere, divê kongreyeke berfireh ji gelên Kurd û Ereb re li dar keve, divê piştgiriya gelê Kurd were misogerkirin û wek gelê hebûn û xaka wê heye di NY’yê de were qeydkirin, ji wê zêdetir jî piştgiriya diyaloga neteweyî ya Kurd were kirin."

Elosî spasiya gelê Kurd li ser qurbaniyên ku di oxira têkbirina DAIŞ’ê de dane kir ûnwiha domand "Şerê Kobanê piştî şerê Stalin Grad duyemîn şerê mezin e, divê gelê Kurd mafên xwe di pergala konfederal de wergirin, divê gelê Ereb fişarê li rejîmên Ereb, rejîmên Îran û Tirkiyê bikin. Her wiha divê pêşî li siyasetên dewleta Tirk ên berfireh li Rojhilata Navîn werin girtin. "

ROLA CIVAKA SIVÎL DI AKTÎFKIRINA DIYALOGA EREBÎ-KURDÎ DE

Li aliyekî din jî Sirûd Ehmed bal kişand ser rola rêxistinên civaka sivîl di geşkirina têkiliyên di navbera gelên Ereb û Kurd de, di navbera tevahî pêkhateyan de, her wiha behsa wêneya di zihniyeta gelê Ereb de li ser gelê Kurd hatiye avakirin û pêwîstiya zanakirina gelên herêmê li qebûlkirina çandên dîtir, kir.

Girêdayî mijarê, çalakgerê hiqûqî Mihemed El-Şamî bal kişand ser têkiliyên kurdî-erebî û da zanîn ku dosyaya Kurd dosyayeke mezin, giran û girêk e, lê gelên herêmê bi mafên gelê Kurd re hevgirtin û garantor in.

El-Şamî wiha got: "Divê kar li ser projeya xebata erebî-kurdî were kirin, divê gelê Kurd taybetmendiyên xwe nexşe bike û pêşniyar bike û em ê bi hemû derfetên xwe di civînên navneteweyî de piştgiriya wî bikin. Her wiha pêşniyarkirina fikireyê ew e ku foruma niha bibe destpêka projeya xebata hevbeş a kurdî-erebî."

El-Şamî anî ziman ku ew weke saziyên civaka sivîl li derve danasîna bi mafên gelê Kurd, doza wî û parastina wî dikeve ser milên wan, ji ber ew gelek e ku li gel wê çand, dîrok û xaka heye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em vê yekê bi hevrêyên xwe yên ji gelê Kurd li derve û hundir re parve dikin."

(fr)

ANHA