Kehrebe gihîşt navendên xizmetguzariyê yên rojavayê Dêrazorê

Komîteya Aborî û Enerjiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarê rojavayê Dêrazorê 24 saetan kehrebê dide stasyonên avê û kooperatîfan da ku avê ji herêmê re peyda bikin, rûbera çandiniyê zêdetir bibe û hilberîna çandiniyê jî baş bibin.

Kehrebe gihîşt navendên xizmetguzariyê yên rojavayê Dêrazorê
24 tîrmeh, 2021   09:12
DÊRAZOR

Berpirsê Kehrebê yê Gerînendeya Enerjiyê ya rojavayê gundewarê Dêrazorê Malik El-Rebah diyar kir ku wan xeteke kehrebê bi dirêjahiya 70 kîlometreyan ji bendava Tebqayê kişandine gundewarê rojavayê Dêrazorê û ev agahî parve kir:"Xet ji stasyona avê ya bajarokê Cezra El-Mîlac heta gundê Şeqra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê hatiye kişandin. Ev xet kehrebeyê dide stasyonên avê û kooperatîfên çandiniyê."

El-Rebah wiha domand:"Ji beriya du mehan ve me bi rêya vê xetê stasyona avê ya bajarokê El-Mîlac, Cezra El-Bû Hemîd û gundên El-Zexêr û Mihêmîde û koperatîfa herêma El-Kibir û gundê Hemar El-Elî û koperatîfên gundên Şeqre xebitandin û xeta sereke û trans hatine amadekirin."

El-Rebah destnîşan kir ku niha li ser dayîna kehrebeyê ji bo gundê El-Hermoşiye û bajarokê El-Kesra xebat tê kirin. Her wiha stasyona gundê Sifêra, kooperatîf û stasyona gundê El-Sewa jî di rojeva xebatên komîteyê de ne.

Komîteya Aborî û Anerjiyê hewl dide 24 saetan stasyonên avê bide xebitandin da ku av bigihêje cihê herî dûr. Her wiha rûbera çandiniyê jî zêdetir bibe û alîkariyê bidin cotkaran da ku jenetorên kehrebê bi kar neynin û madeya mazotê peyda bibe û lêçûna sererastkirinê jî kêm bibe.

(eh) 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Etdl4JGSMp0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>