Silêman Cefer: Serdana Soylu ji Efrînê re parçekirin û tevlêkirina li Tirkiyê ye

Silêman Cefer da zanîn ku armanca serdana wezîrê hundirîn ê Tirkiyê ji Efrînê re planek e ku xaka Sûriyê dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike û got "Divê cîhan xeteriya dewleta Tirk baş bizane û bêdengiya li hember wê dê bi xwe re karesatê bîne."

Silêman Cefer: Serdana Soylu ji Efrînê re parçekirin û tevlêkirina li Tirkiyê ye
24 tîrmeh, 2021   03:10
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Wezîrê hundirîn ê dewleta Tirk a dagirker di roja yekê ya cejna Qurbanê de serdana Efrîn û Ezazê kir. Armanc jê jî rewakirina dagirkirinê ye.

Têkildarî vê yekê, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cefer wiha got: "Dewleta Tirk hîna li ser rêç û armanca mezinên xwe yên Osmanî dimeşe ku împratoriya hilweşiyayî vegerîne."

‛DIVÊ CÎHAN XETERIYA DEWLETA TIRK BAŞ NAS BIKE’

Cefer serdana Suleyman Soylu ji bajarên Efrîn û Ezazê yên dagirkirî re şermezar kir û wiha domand: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker niha li Efrînê dike, berê jî li Lîwa Skenderon dikir. Bi wê re divê cîhan xeteriya vê yekê baş nas bike."

Cefer wiha li gotina xwe zêde kir: "Soylu li bajarên Sûriyê, weke ku wîlayetên Tirkiyê ye, digere. Her wiha di dema serdanê de, Soylu serdana Nexweşxaneya Avrîn a berê û navendên ewlehiyê yên girêdayî çete û MIT’ê kir û îdia kir ku ew sivîlan diparêzin."

‛QAŞO ÎTÎLAF YEKCAR JI WELATPARÊZIYÊ DÛR E’

Cefer behsa qaşo Îtîlafa Sûriyê kir ku ew yekcar dûrî netewebûnê ye û daxuyaniyên wê yên têkildarî serdana nûnerên Rêveberiya Xweser ji Fransayê re şermezar kirin û wiha pê de çû: "Serdana nûnerên Rêveberiya Xweser ji Fransayê re şermezar dikin û serdana wezîrê hundirîn ê dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî û bajarên Sûriyê re rewa dikin."

Cefer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her tişt ji komên çeteyan re li herêmên dagirkirî ji qetilkirin, revandina sivîlan, desteserkirina milkên şêniyan rewa kiriye û hîna jî îdia dike ku sivîlan diparêze.

‛BÊDENGIYA LI HEMBER SÛCÊN DEWLETA TIRK, DÊ BI XWE RE KARESATÊ BÎNE’

Cefer eşkere kir ku her pêngaveke dewleta Tirk a dagirker berê hatiye lêkolînkirin û plankirin. Bi wê re serdana Soylu ji Efrînê re ne tesadufeke, lê di heman demê de bêdengiya navneteweyî li hember destwerdana dewleta Tirk li karûbarên dewletan û hewldana dagirkirina xaka wê, şermezar dikin.

Silêman Cefer diyar kir ku dewleta Tirk hîna jî hestên ereb û îsalmî bi kar tîne û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bêdengiya dewletên Rojhilata Navîn li hember plan û sûcên dewleta Tirk dê bi xwe re karesatekê bîne."

(fr)

ANHA