Rojnameyên erebî: Siyaseta navneteweyî di ser berjewendiyên gelê Sûriyê re ye

Rojnameyên erebî yên îro der barê biryara Meclisa Ewlehiyê ya vekirina dergehên li Sûriyê, pêşketina Tevgera Talîban li Efganistanê û bûdçeya Lîbyayê, nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Siyaseta navneteweyî di ser berjewendiyên gelê Sûriyê re ye
23 tîrmeh, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

'SÛRIYÊ DI MIJARA ALÎKARIYÊN MIROVÎ DE DI REWŞA HERÎ XERAB DE YE'

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb destnîşa kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hişyarî daye û got:"Ji despêka şerê Sûriyê ve, rewşa Sûriyê niha di dema xwe ya herî xerab de ye, di heman demê de aloziyeke kûr a aborî heye û tu nîşaneyên çareseriyên siyasî xuya nakin."  

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, pêdiviya 13, 4 milyon kes bi alîkariya mirovî heye, her wiha 12, 4 milyon kes jî ji peydakirina xwarinê bêpar in.

Analîzvanê fransî yê siyaseta derve Alexander Angeloa ku giranî dide Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê got:"Di pêşerojê de wê doza herî xerab a gihîştina alîkariyên mirovî Sûriyê be, ji ber ku siyaseta navneteweyî û herêmî di vê derbarê de asta berjewendî û pêdiviyên esasî yên gelê Sûriyê derbas dike."

Angeloa di rapora ku ji hêla kovara National Interest ve hatî weşandin de, diyar kir ku Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dema vekirina degehên alîkariyê ji bo mekanîzmaya gihandina arîkariyê ji mîlyonan Sûrî re di 9`ê Tîrmeha borî de dirêj kir. Ev biryar ji gelek çavdêran re wekî surprîzekê bû.

Di 9`ê Tîrmehê de, Meclis Ewlehiyê biryara vekirina deriyê Bab El-Hewa heta 6 mehên din dirêj kir. DYA û hevkarên wê, nikaribûn biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2533 berfireh bikin da ku deriyê El-Yerûbiyê ya li ser sînorê Sûriyê-Iraqê were vekirin. Eger dervî bihate vekirin, wê alîkariyên sereke ji gelê Sûriyê re û ji Kurdên di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyê Demokratîk re, bihate şandin.

' TALÎBAN % 90 SÎNOR XISTIYE BIN KONTROLA XWE '

Rojnameya El-Şerq El-Ewset têkildarî rewşa  Efganistanê wiha nivîsî: "Berdevkê Talîban ragihand ku tevgerê ji sedî 90 ji sînorê Efganistanê kontrol kiriye."

Berdevkê Talîbanê, Zebîhullah Mûcahid ji ajansa rûsî ya RIA Novosti re got: "Sînorên Efganistanê yên bi Tacîkistan, Ozbekistan, Turkmenistan û Îranê re ango ji sedî 90 di bin kontrola me de ye."

Serokerkanê DYA`yê yê hevbeş general Mark Milley piştrast kir ku Talîban di êrişên xwe de leza stratejîk bi dest xist, lê kontrola wê li ser hemû Efganistanê ne gengaz e.

BÛDÇEYA LÎBYAYÊ LI SER MADEYA PARLAMENTO YE

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Beyan got:"Parlamentoya Lîbyayê roja duşema bê ku ev cara 8`emîn e, bûdçeya sala 2021`an nîqaş bike. Metirîs hene ku der barê mijarê de, dengdayîna qanûnî çênebe."

(dx)