Amerîkayê li dijî tevgera Ciwanên Somalê êrişa hewayî pêk anî

Duh, DYA`yê tevgera Ciwanên Somalê ya radîkal hedef girt, ku ji dema hatina Biden ser desthilatê ve, ev êrişa hewayî ya yekemîn li dijî tevgerê ye.

Amerîkayê li dijî tevgera Ciwanên Somalê êrişa hewayî pêk anî
21 tîrmeh, 2021   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Paratsinê ya Amerîkayê (Pentegon) bi daxuyaniyekê got ku êriş li nêzî bajarê Calkîyo pêk hatiye.

DYA`yê gelek caran li dijî Tevgera Ciwanên Somalê êrişên hewayî pêk aniye, lê belê ji dema hatina Jeo Biden ser desthilatê di 20`ê Çileyê de ev êrişa yekemîn a li dijî tevgerê ye.

Ji dema hilweşîna rejîma leşkerî ya serok Siyad Berî di 1991`an de, li Somalê tevlîhevî heye.

(cx)