ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2021'AN
20 tîrmeh, 2021   23:00

- Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gulitan Atî, kêmkirina ava vexwarinê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê ji aliyê UNICEF`ê ve şermezar kir û got, divê rêxistinên mirovî siyasetên dijberî gelên herêmê pêk neynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser goristanên şehîdan nirxên mirovahiyê bin pê dike û tu cudahî di navbera wê û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên li Şehbayê destnîşan kir ku dewleta Tirk û şirîkên wan ên komployê bi rêya tecrîdê sûcekî dermirovî pêk tînin û hew didin mirovahiya azad li grava Îmraliyê bixeniqînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Herêma Cizîrê ku beşdarî şahiya 19`ê Tîrmehê bûne, kêfxwşiya xwe anîn ziman û gotin:"Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne tenê ji bo Rojava ji bo hemû Kurdan rojeke dîrokî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar û hiqûqnasan got, PDK`ê berpirsiyarê aqûbeta nûnerê Rêveberiya Xweser û her du endamên PYD`ê yên hatine revandin e û bang li aliyên peywendîdar kir ku aqûbeta wan eşkere bikin û wan berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nezîra Gewriyê got, naskirina Rêveberiya Xweser daxwazeke rewa ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji lew re divê were naskirin. Her wiha diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser dikare li Sûriyê û Rojhilata Navîn were pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nîhad Kaya da xuyakirin ku plana êrişa li ser Başûrê Kurdistanê ji 2017`an ve dest pêkiriye û ew plan bi rêdana PDK`ê ve tê meşandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî şerê dawî yê li Xezayê qewimî, gelek zarokên jêrî 5 salî pirsgirêkên dirûnî bi wan re derketin. (BI WÊNE)

ANHA