Nîhad Kaya: Heke tekoşîn raweste wê Kurd bibin qurbaniyên Şer

Nîhad Kaya da xuyakirin ku plana êrişa li ser Başûrê Kurdistanê ji 2017`an ve dest pêkiriye û ew plan bi rêdana PDK`ê ve tê meşandin.

Nîhad Kaya: Heke tekoşîn raweste wê Kurd bibin qurbaniyên Şer
21 tîrmeh, 2021   05:52
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Rojnemevan Nîhad Kaya ji ANHA`ê re rewşa siyasî ya ku li Rojhilata Navîn diqewim e di navbera dewleta Tirk, Amerîka û Rûsyayê li hember Kurdan nirxand. Diyar kir dewleta Tirk siyasetên xwe li ser derxistina bihaneyan dimeşîne û PDK`ê jî siyasetên navneteweyî dimeşîne.

`DEWLETA TIRK JI 2017`AN DE PLANEKÊ DIDE MEŞANDIN`

Nîhad Kaya diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a qirker li ser Başûrê Kurdistanê ne tenê ji 23`ê Nîsanê de dest pê kirine, ya rast ev planeke ji beriya sala 2017`an hatiye dest pê kirin. Êrişên li ser Avaşîn û Metînayê qonaxeke ji planê ye û ew plan di nava xwe de bûyerên Zîne Wertê, Xakukê û êrişên li ser Heftanînê hilgirtiye û wiha dewam kir: “Li gorî vê yekê dewleta Tirk di bin navê herêmên ewlehî û tampon de bi taybet di Sûriyê û Iraqê de planekê dide meşandin û herêman dagir dike. Li Sûriyê bi buhaneyên ku PYD û YPG`ê girêdayî PKK`êne êrişan pêk tine. Her wiha di Iraqê de êrişên xwe li ser bingeha hebûna PKK`ê û HPG`ê pêk tîne.”

`ÊRIŞÊN LI SER BAŞÛR BI RÊDANA PDK`Ê ÇÊDIBIN`

Nîhad, da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker di Sûriyê de rewabûna êrişên xwe di bin navê kombûyîna wî ji çeteyan re dike, ku ew hêz komkiriye û xistiye nava Opezîsyona Sûriyê de jî. Bi vî rengî dewleta Tirk rewabûna dagirkirina xwe ji Idilbê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê re diyar dike û wiha dom kir:

“Wê demê li Başûrê Kurdistanê jî pêwîstiya wê bi rewabûnê heye. Wê rewabûnê jî ji Partî Demokrat Kurdistan PDK`ê digire. Wekî dewleta Tirk dibêje em li ser daxwaza bangawaziya PDK`ê hatine û bi piştgiriya wê jî êrişên me yên leşkerî hene, bi vî rengî rewabûnekê ji destwerdan û dagirkirina xwe re çêdike. Ji ber vê yekê hemû operasyon û êrişên li ser Avaşîn, Metîna, Xakurkê û Heftanîn bi rêdanan PDK`ê çêdibin. Ne tenê rêdan jî, raste rast bi tevlîbûyîna PDK`ê çêdibe. Êrişên li ser Mexmûr û Şengalê jî heman tiştbûn.”

`PDK`Ê SIYASETÊN NAVNETEWEYÎ DIDE MEŞANDIN`

Nîhad Kaya da zanîn ku rola PDK`ê di rewabûna êrişên dewleta Tirk de pêkanîna berjewendiyan e û wiha got: “Yên ku di nava Kurdan de siyseta navneteweyî dide meşandin Partî Demokratî Kurdistanê ye. Fermiyeteke ji xwe re qezenc kiriye di bin navê statuya hikumeta herêma Kurdistanê de. Ên ku li ser navên Kurdan statu qezenckirin Başûrê Kurdistanê ye. Ew jî PDK`ê dest daniye ser hikumetê û wê statuyê li gorî berjewendiyê xwe dide meşandin. Ruxmî wê piştî 2015’de Rojavayê Kurdistanê li hember êrişên DAIŞ`ê li berxweda. Dîsa HPG`ê de jî Kerkûk, Şengal û Hewlêr parast. Van berxwedanan gelek tişt qezenckirin.”

`PDK`Ê DIXWAZE NAVÛDENGIYA PKK`Ê XERAB BIKE`

Nîhad Kaya got ku, piştî van berxwedaniyan Rojava di aliyê siyaseta navdewletî de muxateb hatin girtin û YPG û PYD li qesra Elîza ya Fransayê û Amerîka’yê hat pêşwazî kirin. Kaya derbarê mijarê de ev nirxandin kir, “Li Bakurê Kurdistanê jî HDP bû hêzeke mezin û di siyseta navneteweyî de muxateb hate girtin. Di nava civakê de sempatiyeke li hember PKK û YPG`ê çêbû. Ev yek zirar dida berjewendiyên PDK`ê. Bandora xwe di nav civaka Kurd û aliyên navneteweyî de windaki. Niha jî careke din dixwaze pirestîja xwe bizivirîne. Dixwaze navûdengiya PKK`ê xerab bike. Rojavayê Kurdistanê bixe bin ambargoyekê. Ger ku Bakurê Kurdistanê HDP bê girtin we careke din PDK`ê bilindtir bibe. Ew hesabeke wisa dikin. Ji ber vê yekê niha Nêçîrvan Barazanî û Mesûr Berzanî diçin derve û hemû hevdîtinan pêktînin. Li hember wê ji ber wê PDK bi dewleta Tirk re hevbeş tevdigere.”

`METIRSIYA PÊKANÎNA KOMKUJIYAN HEYE`

Têkildarî hevkariya PDK`ê bi ya bi dewleta Tirk a dagirker re Nîhad Kaya da xuyakirin ku di şerê cîhanê yê yekemîn de gelê Ermen hatin qetilkirin, lê cîhan bêdeng ma. Di şerê cîhanê yê duyemîn de jî gelê Cihu hatin qetilikirin û wiha dom kir: “Niha jî di şerê cîhanê yê sêyemîn de li qurbanekî digerin li miletekî bê statu digerin da ku qirbikin.”

Nîhad Kaya, wiha gotina xwe dewam kir: “Piştî şerê cîhanê yê yekemîn Ereb û Ingilîzan xaka Israîlê dagirkiribû. Lê gelê Israîlê bi rastî ji wê deverê derketibûn û di nexşeyê de cihê wan tune nemabû. Niha gelê Kurd li ser nexşeyê heye lê cihê wan tune ye. Di heman demê de gelê Kurd bi salaye tekoşîn dike, kes bi dilê xwe mafekî nade. Rastiya cîhanî bi vî rengiye.”

`HEKE LI PARÇEYÊN DIN ÊN KURDISTANÊ TEKOŞÎN NEBE WÊ BAŞÛR BIFETISE`

Rojnamevan Nîhad Kaya, diyar kir ku heke, gelê Kurd tekoşîna xwe berdewam bike ew ê di şerê cîhanê yê sêyemîn de xaka xwe qezenc bike, li ser nexşeyê, heke tekoşîn bê rawestandin ew ê bi dawî bibe. Her wiha heke gelê Kurd di komkujiyan de derbasnebûya ew ê asta tekoşînê mizintir be û wiha got: “Da ku hêzên herêmî weke dewleta Tirk, Sûriye, Îran û Iraqê rê li ber tekoşîna gelê Kurd bigirin, komkujî çêdikirin. Nîhad, da zanîn ku ev Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat tune ye. Ev xwe xapandineke. Başûrê Kurdistanê dibêje, me ya xwe xelaskiriye, me kurdistaneke xwe ava kiriye bila yên din jî ya xwe ava bikin. Ev yek xwe xapandinek e.”

Nîhad wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî di Bakur de dewleta Tirk tiştek nehiştibû komkujiya Dêrsim û Geliyê Zîlan çêkir Kurd perçiqandin. Guhertineke demografîk a mezin dabû çêkirin. Heke li Bakur, Rojava û Rojahilatê Kurdistanê tekoşîn nebe ew ê Başûrê Kurdistanê bê fetisandin.”

Nîhad di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bihaneyên PDK`ê û got: “PDK xwe dixapîne û dibêje PKK dibe sedema êrişên dewleta Tirk li ser Başûr, nizane heke PKK biçe ew ê jî biçe. Ji bo li pêşiya tunebûnê bê girtin divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike.”

`SIYSETA DEWLETA TIRK HATIYE GUHERTIN`

Rojnemevan Nîhad Kaya bal kişand ser guhertina siyasetên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn û da zanîn ku niha konsepteke nû tê avakirin. Kaya got ku, êrişên dewleta Tirk li ser Avaşîn û Metîna heye, piştî hilbijartinên Amerîka guhertinekê di siyaseta dewleta Tirk de çêbû û wiha sedemên guhertinê şîrove kir: “Ti carî dewleta Tirk bi siyasetên xwe dijmintiya Amerîkayê nekiriye. Dewleta Tirk dida xuyakirin ku ew ê S-400 bigire û ew ê xwe nêzîkî Rûsyayê bike. Bi vê jî peyam dida Amerîka. Di van salên dawiyê de bi peyamên bi vî rengî li hemberî Amerîka bilûf kir.”

Di 1`ê Kanûna 2020`an de Yekîtiya Ewropayê û Amerîka hin biryar li dijî Dewleta Tirk a dagirker derxist, ew biryar jî di encamê kiryarên wê yên derzagonî û dijminatî di Deryaya Spî de hat.

`PLANA AMERÎKA Û NATO`YÊ DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ RÛSYAYÊ BI CIH KIR`

Nîhad diyar kir ku dewleta Tirk a qirker bi nêzîkatiyên xwe bi Rûsyayê re encameke qezenc kir, ew jî bû wekî hêzeke çekdarî di NATO`ê de û wiha dewam kir: “Di Deryaya Spî de bi Amerîkayê re ters ketin. Bi wergirtina S-400 jî ters ketin. Lê niha dewleta Tirk di siyaseta xwe de guhertin da çêkirin. Nema behsa S-400’dan tê kirin. Ji ber ku dixwazin vê pirsgirêkê çareserbikin. Di mijara Derya Spî de dewleta Tirk gav paşde avêt, bi carekê de li gorî peymanên berê Yûnan û Misr di nava xwe de par ve dikin. Berî dewleta Tirk dan Derya Reş, li hemberî Rûsyayê bi cih kirin. Dibêjin em gaza xwezayî di Deryaya Reş de dibînin. Bi vî rengî peyamê didin civaka xwe jî. Lê ev plana Amerîka û NATO`ê bû da ku dewleta Tirk li hemberî Rûsyayê careke din bê bicih bikin.”

Nîhad Kaya destnîşan kir ku careke din dewleta Tirk û Rûsyayê hatin hemberî hev. Peyamên Putin jî tê wateyê ku wê careke din xwe nêzîkirina siyaseta NATO û Amerîkayê ye bikin. Lê li beramberî vê yekê ji NATO û Amerîkayê tawîz hat xwestin û wiha dom kir: “Di 2014`an de ku Amerîkayê û Kurd li Kobanê nêzî hev bûn, ev bu sedem ku Tirk dûrî NATO`ê bikeve.”

Nîhad Kaya, di nirxandina xwe ya derbarê mijarê de got ku: “Amerîka di Sûriyê de heta demekê dengê xwe nake. Ji ber ku hikumeta ku niha, rexmî ku siyaseta Tramp rexne dikir jî li Sûriye vê siyasetê dimeşîne. Di Iraqê de çi êrişên dewleta Tirk hebin Amerîka bêdeng dimîne. Xaka Iraqê bê dagirkirin jî wê bêdeng bimîne. Ji bo ku dewleta Tirk dûrî siyaseta Rûsyayê bikeve ev yek tê qebûl kirin. Her wiha di siyaseta tirk a li hember kurdan de jî wê Amerîka bêdeng bimîne.”

`SIYASETA AMERÎKAYÊ LI SÛRIYÊ NEHATIYE GUHERTIN`

Di derbarê cûdabûna siyaseta Trump û Bîden de jî Nîhad Kaya wiha axivî: “Ti cudahî di navbera siyaseta Biden û Tramp de tune ye. Amerîka siyaseta xwe neguhertiye. Di dema pêş de wê ev yek bizivire rewşa Sûriyê ji ber ku Trump digot em hêzên xwe di Rojhilata Navîn de nahêlin, em ê hemûyan vekşînin, li ser vî esasî hêzên xwe ji Sûriyê vekşandin. Li ser vî esasî êrişên dewleta Tirk li ser Girê Spî û Serêkaniyê qebûl kir. Piştî wê dijberiya wan di cih de sekinî.

Hikumeta Biden jî wê siysetê dide meşandin. Ji ber ku Tramp digot, em ê hêzên xwe ji Afganistan ê jî vekşînin, niha em dibînin ku Amerîka bê şert û merc her wiha bê serkeftin hêzên xwe ji Afganistanê dikşîne.”

Rojnemevan Nîhad Kaya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di Afganistanê de Îran, Çîn û Rûsya dibin hêz. Piştî Vietnam, Amerîka wendahiyeke mezin qebûl dike. Ev siyaset di dema Tramp de jî hebû û wiha dom kir: “Îro ji Aganistanê, sibe ji Sûriyê jî wê xwe vekşîne. Ji ber ku ev siyaset a dewleta Amerîkayê bi xwe ye.”

ANHA