​​​​​​​Polîsan li 3 bajaran êrişî çalakiyên bîranîna Pirsûsê kirin

Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê rêxistinên ciwanan ji bo bîranîna qurbaniyên  Komkujiya Pirsûsê çalakî kirin. Polîsan êriş birin ser çalakiyan û gelek ciwan bi îşkenceyê destgîr kirin.

​​​​​​​Polîsan li 3 bajaran êrişî çalakiyên bîranîna Pirsûsê kirin
20 tîrmeh, 2021   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Enqerê, Îzmîr û Stenbolê, rêxistinên ciwanan, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, sazî û dezgehên civakî, bi boneya 6'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê ya di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve li Navenda Çand a Amara ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê pêk hat, xwestin 33 ciwanên tê de jiyana xwe ji dest da bûn bibîr bînin. Lê polîsan li her 3 bajaran jî bi awayekî hişk mudaxileyî beşdarvanên bîranînê kirin. Polîsan di dema mudaxeleyê de, gelek kes bi lêdanê destgîr kirin.

Navê ciwanên li Enqerê hatin destgîrkirin wiha ne: "Şamil Parlak, Doguş Ozdemir, Seçil Işik, Deniz Baran Erbudak, Ozenç İslamoglu, Yucel Yavuz, Birkan Polat, Devrim Taylan Eryilmaz, Mert Karatag, Sefa Bayraktar, Said Boztaş, Emir Parlak, Erturk Soysal, Zeynep Ulger, Guney Akgun, Deniz Barış Kuş û Emrecan Konyali.”

Li Îzmîrê jî, gelek kes hatin destgîrkirin, lê navê wan nehat zanîn.

Di heman demê de  li Stenbolê jî, gelek ciwan bi lêdan û derban hatin destgîrkirin.