​​​​​​​Waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê hat girtin

Şaneya Ragihandinê ya Artêşa Iraqê diyar kir, hêzên ewlehiya nîştimanî waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê girtin.

​​​​​​​Waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê hat girtin
19 tîrmeh, 2021   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî saetên nîvro Şaneya Ragihandinê ya artêşa Iraqê, bi daxuyaniyek ragihand ku hêzên ewlehiya nîştimanî karîn waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê bigirin.

Şane bêyî ku dem û cihê girtina berpirsê DAIŞ’ê diyarke, destnîşankir ku waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê piştî ku li sê parêzgehên Iraqê çavdêrî kiriye, hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku kesê hatî girtin, yek ji serçeteyên diyar yê DAIŞ’ê bû ku ji beriya niha posta emîrê (Şam, Reqa, Badiye, Selahedîn û Bexda) birêve biriye.

Her wiha di daxuyaniyê de tê diyarkirin waliyê DAIŞ’ê di nava amadekariyan de bû ku di cejnê de kiryarên terorîstî pêkbîne.