Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê nirxên şoreşê biparêzin

Bi boneya salvegera 19'emîn a Şoreşa Rojava, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Em ê bi nirxên şoreşê ve girêdayî bin û Rêveberiya Xweser bipaêrzin."

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê nirxên şoreşê biparêzin
19 tîrmeh, 2021   14:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 9'emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

 “Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku çirûska wê li Kobanê sala 2012`an dest pê kir bûyereke dîrokî ya bêhempa ye. Piştî gelek salên paşguhkirin, înkarkirin û dûrxistin ji aliyê pergalên desthilatdar ve, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîna xwe pêşerojeke nû ji bo herêmê xêz kir.

Rêwîtiya avakirin û guhertinê bi avêtina gelek gavan dest pê kir. Her sê rêveberiyên xweser li ser bingeha hevpeymana civakî hatin avakirin ku rêgezên biratî, jiyana hevbeş û hevduqebûlkirinê ya di navbera hemû pêkhateyan de mîna Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî ji xwe re dike bingeh.

Jinan jî bi rêya têkoşîn û fedekariyên ku di hemû waran de dan rola herî mezin û ya pêşeng di avakirina û rûniştandina nimuneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de lîst û di encamê de gelek destkeftî bi dest xistin. Di nav de tunekirina DAIŞ`ê ku hewl da tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike û bi armanca şikandina vîna jinan, azadiya wê û binpêkirina mafên wê yên rewa kir hedef. Lê Yekîneyên Parastina Jin bûn bersiv û ji bo hemû nirxên mirovahî û aştiyê bûn sembol. 

Nimuneya demokratîk anku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku berhemê şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û li ser hîmên xurt ên biratî û hevgirtinê ava bûye, li ser pergalên zordest ên li herêmê bû xeterî nexasim li ser dewleta Tirk a faşîst ku bi hiceta parastina ewlehiya xwe bi lez mudaxeleya aloziya Sûriyê kir û dest bi dagirkirina herêmên wê kir bi taybet Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Lê niyetên wê bi demê re eşkere bûn ku dixwaze hegemoya xwe fireh bike û projeya demokratîk a li herêmê tune bike. Hêzên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê, hîna komkujiyan li dijî van herêman pêk tîne bi taybet li dijî jinan, demografiya wan diguherîne da ku nasnameya wan herêman tune bike û armanca xwe ya mêtîngerî temam bike.  

Wek Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em vê şoreşa bêhempa bi bîr tînin ku bi şoreşa jinan hat binavkirin. Em vê şoreşê li gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin û soz didin wan ku bi nirxên wê yên resen ve girêdayî bin. Em soza berdewamkirina têkoşîna û meşandina xebatê ji bo parastina destkeftiyên didin ku li ser warên siyasî, leşkerî, rêveberî, civakî hatine bidestxistin. Em soz didin ku Rêveberiya Xweser biparêze û wê pêş bixin bi şêwazekê ku sûdê li gelên herêmê bibe û li Sûriyê bi giştî bibe nimune.”

(şx)

ANHA