Di salvegera şoreşê de..bangawaziyên naskirina Rêveberiya Xweser

Di salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, aliyên siyasî û leşkerî banga naskirina Rêveberiya Xweser kirin.

Di salvegera şoreşê de..bangawaziyên naskirina Rêveberiya Xweser
19 tîrmeh, 2021   11:29
 TEBQA

Îro bi boneya salvegera 9`emîn a destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê daxuyaniyek da. Hevserokê Nivîsgeha Parastinê Mihemed Xalid daxuyanî li goristana Şehîdan xwend û fermandarên meclisên leşkerî, nûnerên Rêvberiya Sivîl a Demokatîk a Tebqayê beşdarê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şoreşa Sûriyê beriya 10 salan bi daxwazên gel dest pê kir û hewl da welat bi pêş bixe. Ev xwepêşandanên aştiyane veugherîn xwepêşandanên çekdar, di encamê de welat hate rûxandin, xêr û bêrên wê hatin talankirin û gelek welatan her yek li gorî berjewendiyên xwe destwerdan kirin. Her wiha bi buhaneya şoreşê, ol, siyasetê û hwd, gelek têxistinên terorîst hatin herêmê û herî dawî rêxistina herî hov li cîhanê “DAIŞ” derket holê.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku bi wan pêşketinan re diviyabû hin hêz piştgiriyê bidin gelê Sûriyê, ji bo hemû pêkhate û baweriyan şer bikin û wiha dewam kir: “Ew yek bi rêya Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneya Parastina Jin û piştre avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk bû, ku hemû hêzên leşkerî di bin sîwana wê de kom bûn û li dijî rêxistina terorîst DAIŞ`ê şer kir. QSD`ê yekane rizgarkerê gelê Sûriyê ye.

Piştî tunekirina çeteyên DAIŞ`ê û serweriya QSD`ê li ser rûberên berfireh ji erdên Sûriyê, diviyabû ku ew hêz ji aliyê rêveberiyê û saziyatiyê ve were birêxistinkriin da ku milk, daîreyên fermî biparêze. Ji bo xizmetkirina gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin.”

Di dewama daxuyaniya meclisê de hate diyarkirin ku ev rêveberî ji gel hate avakirin û wekî herêm û kantonan xwe birêxistin kir, her wiha rêveberiyên sivîl hatin avakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku Rêveberiya Xweser misogeriya yekane ya welêt e, ew rêveberiya ku mafên hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger kir.

'ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ HÊVÎ YE'

Partiya Sûriya Pêşerojê jî daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî ji aliyê cîgirê serokatiya meclisa partiyê li Tebqayê Mihemed El-Layih ve li pêş navenda partiyê hate xwendin.

Partiya Sûriya Pêşerojê di destpêka daxuyaniya xwe de şehîdên ku di oxira azadiyê de tiştên herî giranbiha feda kirine, bi bîr anî û salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Ev şoreş bû meşaleya hêviyê, ew şoreşa gel, jin, ciwan, azadî û rûmetê temsîl dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ji roja destpêkirina şoreşê ve, biratiya gelan ji xwe re esas girt û hate gotin: “Jin pêşengên vê şoreşê ne. Jinên azad karîbûn ku rêxistina herî xeter li cîhanê rêxistina DAIŞ`ê têk bibin.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê hêvî bû û şoreşa xilasiya ji paşketinê û ber bi pêşketin û geşbûnê ve çûyîn e. Destkeftiyên şoreşê nexşeya sereke ya pêşeroja Sûriyê ye.”

Partiya Sûriya Pêşerojê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin, ku karîbû hevgirtina nîştimanî ya welatiyên Sûriyê biparêze.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zaldV33jncw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>