Yekîneyên taybet ên QSD`ê 2 DAIŞ`î girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarê Dêrazor û Hesekê 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin. Yek ji çeteyên hatine girtin berpirsê girûpekî ye ku malbatên DAIŞ`î derbasî herêmên dagirkirî dikir.

Yekîneyên taybet ên QSD`ê 2 DAIŞ`î girtin
19 tîrmeh, 2021   10:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) belav kirine, girtina çeteyên DAIŞ`ê di çarçoveya operaysonên ji bo rawestandina çalakiyên qaçaxiyê li herêmê û mayîndekirina aramî û îstiqrarê û tunekirian tevgera şaneyên terorê de, pêk tê.

Navenda Ragihandina QSD`ê destnîşan kir ku yekîneyên taybet ên QSD`ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li herêma El-Sawî ya li başûrê kampa Holê ya li gundewarê rojhilatê Hesekê, her wiha li herêma El-Hiwêce ya li gundewarê bajarokê Siwer ê bakurê Dêrazorê, du operasyonên cuda li dar xistine.

Li gorî navendê, di operasyona yekemîn de berpirsê girûpekî ku malbatên endam û serçeteyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê derbasî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de dikir, hatiye girtin. Çeteyê hatiye girtin bi serçeteyên DAIŞ`ê re di peywendiyê de bû û çek û belgeyên pê re hatin desteserkirin.

Navendê têkildarî operasyona duyemîn jî diyar kir ku di encamê de endamekî şaneyên DAIŞ`ê ku beşdarî êriş û bûyerên hedefgirtinê yên li dijî bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye, her wiha beşdarî planên kuştinê, propagnadeya DAIŞ`ê û sorkirina şêniyan bûye, hatiye girtin. Yekîneyên taybet ên QSD`ê çek û cilên leşkerî yên bi wî re ku di êrişan de bi kar dianîn, desteser kirin.

(cx)