PYD`ê cejna Qurbanê li gelê Sûriyê pîroz kir

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) cejna Qurbanê li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û hêviya aştî, geşkirin, vegera li Sûriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî, kir.

PYD`ê cejna Qurbanê li gelê Sûriyê pîroz kir
19 tîrmeh, 2021   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejna Qurbanê PYD`ê peyamek da.

Di peyamê de hate gotin:" Bi hatina cejna Qurbanê, rewşên şer û dopêçê de dewam dike. Hîna jî destê dagirker û terorîstan û komployan li dijî istqrar û aşitiya gelê me dewam dike. Lê civaka ku xwedî îradeyeke xurt e, dikare li ber xwe bide, alozî û zehmetiyan veguhêrîne  xwestekeke ji bo destpêkirineke nû ber bi serkeftina li dijî dagirker û terorîstan. Her wiha  aramî û ewlehî li welêt û tevahî herêmê vegerîne da ku rêûresmên cejnê pêk werin."

PYD`ê di peyama xwe de cejna Qurbanê pîroz kir, hêviya aramî, geşdan, vegera ewlehî û aramiyê li Sûriyê, rizgarkirina hemû xaka Sûriyê ji dagirkeran û vegera koçberan li warê wan, kir.

(bx)

ANHA