​​​​​​​Îbrahîm Şêxo: Tirkiye û çeteyan hewl didin şopên sûcên xwe veşêrin

Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin rastiyan berovajî bikin û şopên sûcên xwe veşêrin. Îbrahîm Şêxo bang li rêxistina hiqûqî kir ku li dijî van sûcan erka xwe bi cih bînin.

​​​​​​​Îbrahîm Şêxo: Tirkiye û çeteyan hewl didin şopên sûcên xwe veşêrin
17 tîrmeh, 2021   23:52
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Beriya çend rojan ajansên girêdayî dewleta Tirk û çeteyên wê îdiayeke belav kir ku goreke komî li navenda bajarê Efrînê dîtine. Gora komî ya ku dewleta Tirk behs dike goristaneke ku cenazeyên sivîlên ku di êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûbûn tê de hene.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê 16`ê vê mehê bi daxuyaniyekê ragihand ku cezaneyên zarokên wan ên ku parastina Efrînê ji êrişan kirine, di vê goristanê de hatin veşartin. Meclisê diyar kir ku di wê demê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê zêde bûn, ji ber vê yekê nedikarîn şehîdên xwe li goristanên şehîdan veşêrin, ji lew re neçar man ku li qada piş Nexweşxaneya Efrînê veşêrin.

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku armanca Tirkiyê û çeteyên wê ji vekirina goristanê ew e ku şopa sûcên xwe veşêrin û YPG û YPJ`ê bi komkujiya komî tawanbar bike.

Şêxo ev lê zêde kir: "Dema me mijar şopand, aliyên berpirsên veşartina şehîdan ên li nexweşxaneya Avrîn û rêxistina Heyva Sor a Kurd ji me re piştrast kir ku bi zêdebûna asta topbarana bêserûber a li dijî navenda kantona Efrînê ew neçar man ku kesên di komkujiyan de şehîd bûn, jê komkujiya Mehmûdiyê li ser du beşan li qada li başûrê nexweşxaneyê veşêrin, cara yekemîn 35 şehîd bûn û ya duyemîn jî 43 bûn."

Şêxo sûcên berê yên dewleta Tirk pêk anîne bi bîr xist û ev nirxandin kir: "Ev ne cara yekemîn e ku Tirkiyê û çeteyên wê êrişî goristanan dikin, goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya Şera û goristana Şehîd Seydo ya li çiyayê Qazqilê yê Cindirêsê şahidên hovîtiya dagirkeran in ku goristan veguherand bazara pez û baregeheke leşkerî yên dagirkirinê."

Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo di dawiyê de got, di vê goristanê de cenazeyên zarokên Efrînê hene, ji lew re divê tevahiya rêxistinên herêmê û navneteweyî çi yên hiquqnas bin û çi jî yên mirovî bin yekser tevbigerin û sûcên dagirkeriya Tirk ên bêrêziya li hemberî goristanan bisekinînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ChcmOjMmpOo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>