Koçberên Efrînê bê av dihêle û banga jinûve xebitandina stasyona Elok dike!

Rêxistina UNICEF`ê di daxuyaniyeke xwe de banga rawestandina nakokiyên li ser stasyona Elokê kir û destnîşan kir ku ji ber vê pirsgirkê zêdetirî milyonek kes ku di nav de koçber jî hene rûbirûyî xeteriyan e. UNICEF`ê beriya çend rojan jî ava vexwarinê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, kêm kir!

Koçberên Efrînê bê av dihêle û banga jinûve xebitandina stasyona Elok dike!
16 tîrmeh, 2021   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

UNICEF`ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa stasyona Elokê û got ji Mijdara 2019`an ve herî kêm 24 caran xerab dibe. Ev stasyon ava vexwarinê ji bo zêdetirî milyonek kes peyda dike. 

UNICEF`ê wiha domand: “Ji dema ku stasyona Elokê cara yekemîn di dawiya 2019`an de ji ber êrişan xerab bûye, ji wê demê ve kesên ku xizmetên mirovî pêşkêş dikin, rojane bi milyonan lîtreyên avê ji malbatên li herêman ku zirar dîtine re peyda dikin. Her wiha tedbîrên din jî hatin girtin di nav de jinûve restorekirina stasyona Avê ya El-Himê û bicihkirina pombeyên avê li bajarê Hesekê. Lê ruxmî wê jî stasyona Elok jêdera yekane ya peydakirina avê ji bo şêniyên herêmê ye.”

UNICEF`ê di daxuyaniya xwe de qala dagirkirina stasyona Elokê û qutkirina avê li ser zêdetirî milyonek kesî, ji aliyê dagirkeriya Tirk ve.

Di 11`ê Tîrmehê de UNICEF`ê ava vexwarinê li ser koçberên Efrînê ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, kêm kir.

Li gorî rêxistina UNICEF`ê, derdora milyonek kes ji ber qutkirina avê bandor bûne, di nav de malbatên koçer ên ku di nava kampan û cihên cuda de bi cih bûne jî hene.

Rêxistinê destnîşan kir ku gelek rapor piştrast dikin ku gelek malbatên koçber ji bo peydakirina avê, jêderên ne ewle bi kar tînin.

Rêxistinê da xuyakirin ku bikaranîna jêderên ne ewle yên avê nexweşiyan belav dike.

Rêxistinê piştrast kir ku divê av paqij be û toreyên kanalîzasyonê bi rêk û pêk be bi taybet li gel belavbûna vîrusa koronayê.

Rêxistinê pêwîst dît ku koorîdoreke ewlehiyê were peydakirin da ku xebatkarê ku karê mirovî dikin bê astengî derbasî herêmê bibin û stasyona Elokê bidin xebitandin.

(şx)