YPG`ê: Dewleta Tirk bi îdiayan dixwaze êrişên xwe rewa bike

YPG`ê li ser hesabê xwe yê tiwîtterê îdiayên dewleta Tirk ku şervanên YPG`ê ji Til Rifetê êrişî baregehên wan kirine, her wiha îdiaya ku 7 şervanên YPG`ê hatine şehîdxistin, li derewê qeliband.

YPG`ê: Dewleta Tirk bi îdiayan dixwaze êrişên xwe rewa bike
16 tîrmeh, 2021   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî îdiayên dewleta Tirk a dagirker du tiwîtên cuda belav kirin.

YPG`ê di tiwîttên xwe de wiha got: “Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker îdîa dike ku yekineyên me ji herêma Til Rifetê êriş birine ser baregehê wan. Me berê jî di vê mijarê de gelek caran daxuyanî da. Li herêma navborî ti fealiyetên me yên leşkerî tune ne.

Dewleta dagirker ji bo ku êrişên xwe rewa bide nîşandan, derewên bi vê awayî dike. Ev nûçeya ku 7 şervanên me hatine şehîdxistin, derew e.”

(cx)