Talet Yûnis: Şoreşa Rojava ji bo tevahî cîhanê bûye nimûneya azadî û demokrasiyê

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yûnis di şahiyeke gaziyên şer de axivî û diyar kir ku şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo tevahî cîhanê bûye nimûneya azadî û demokrasiyê.

Talet Yûnis: Şoreşa Rojava ji bo tevahî cîhanê bûye nimûneya azadî û demokrasiyê
16 tîrmeh, 2021   11:22
HESEKÊ

Bi boneya salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê, Meclisa Kantona Hesekê bi dirûşma “Birîndarên şoreşa me şehîdên me yên zindî ne” ji bo gaziyên şer şahiyek li dar xist. Şahî li hola Silko ya li taxa Xeşman a Hesekê li dar ket.

Gaziyên şer, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xelîl, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yûnis, hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah û Xebat Silêman beşdarî şahiyê bûn.

Semer di destpêka şahiyê de axivî û salvegera destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan û şervanan pîroz kir.

Semer destnîşan kir ku ew hêza xwe ji fedekarî û berxwedana birîndarên şer digirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Talet Yûnis wiha axivî: “Şoreşa Rojava ji bo tevahî cîhanê bûye nimûneya azadî û demokrasiyê.”

Yûnis daxuyand ku dijminên vîna gelan û projeya neteweya demokratîk hewl didin projeya demokratîk a li herêmê têk bibin, lê gelê herêmê wê bi hevgirtina xwe li ber xwe bide û hemû planan têk bibe.

Yûnis soza şopandina rêyan şehîdan û berdewamkirina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî da û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo ku em bi azadî bijîn, em amade ne her tiştî bidin. Em qebûl nakin axa me dagirkirî bimîne. Em siyasetên çewisandinê yên li dijî gelê xwe red dikin. Em ê destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.”

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ScQCC2Y-Lfo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>