Rewşenbîr û siyasetmedar: Tenê rêber Ocalan dikare Tirkiyê ji aloziyê rizgar bike

Rewşenbîr û siyasetmedaran daxuyand ku projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan, ji bo aloziyên bi girêk ên Rojhilata Navîn çareseriyeke startejîk e.

Rewşenbîr û siyasetmedar: Tenê rêber Ocalan dikare Tirkiyê ji aloziyê rizgar bike
16 tîrmeh, 2021   04:07
HELEB- ARIF SILÊMAN

Endamê rêveberiya Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê-şaxê Hesekê Ezher Ehmed dibêje ku dema behsa rewşa Rojhilata Navîn tê kirin, nîşaneyên çareseriyên ku ronakbîr Abdullah Ocalan pêşniyar kirine derdikevin û got: “Di salên 1990`î de Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyê lê belê ji bo tevahî Rojhilata Navîn nexşerêyek pêşkêş kir.”

Ehmed ji ajansa me re wiha axivî: “Li gorî çareseriya demokratîk û felsefeya neteweya demokratîk ku rêber Ocalan pêşniyar kirine  ku hemû netewe, ol û pêkhateyan digire nava xwe, dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn di hefteyekê de bên çareserkirin.”

Ehmed got, ji ber çareseriya stratejîk a hemû dozên bi girêk ên Rojhilata Navîn, tecrîdeke giran li Ocalan tê ferzkirin û daxuyand ku ev doz girêdayî mafên gelan û pêkhateyan in.

Ehmed destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hemû xaka Kurdistanê girêdayî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e.

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`ê Nîsanê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, êrişên qirkirin û dagirkeriyê daye destpêkirin. Di êrişan hemû cureyên çekan û zêdetirî 9 caran jî çekên qedexekirî hatin bikaranîn.

Ezher Ehmed piştrast kir ku gel û pêkhateyên herêmê fikrê rêber Ocalan esas digirin û got, berdana Ocalan rêbaza çareserkirina hemû dozên bi girêk ên herêmê ye.

Endamê rêveberiya Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê-şaxê Hesekê Ezher Ehmed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hemû pêkhateyên herêma Rojhilata Navîn êdî di wê baweriyê de ne ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, çareseriya herî guncaw ji bo hemûyan e. Divê hemû hikumetên ku çanda neteweperestiyê, kînê û cudakariya li ser esasê ol û nîjad belav dikin, werin muhasbekirin.”

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999`an ve li girtîgeha girava Îmraliyê tê ragirtin, hikumetê tecrîdeke giran li ser ferz kiriye û hevdîtina bi parêzer û malbatê re qedexe kiriye.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Hemo jî destnîşan kir  ku dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran dike, ji ber ku Ocalan dikare rewşa xirab a gelên Rojhilata Navîn biguherîne.

'ÇARESERÎ NE JI BERJEWENDIYA DEWLETÊN KAPÎTALÎST E'

Hemo diyar kir ku projeya rêber Ocalan ji bo çareseriyê pêşniyar kiriye, nakeve berjewendiyên dewletên kapîtalîst û netewperest û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku dixwazin ji aloziyên Rojhilata Navîn sûdê bigirin da ku li ser cografiya herêmê û îradeya gelan serwer bin.”

Hemo bal kişand ser girîngiya berdana Ocalan û got, divê rêber Ocalan were berdan, ji ber ku tenê ew xwedî projeya azadkirina civakên li herêmê ye.

Hemo her wiha daxuyand ku rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, hevkarî û girêdana wan bi siyaseta kapîtalîzmê nîşan dide.

TIRKIYE BER BI HILWEŞANDINÊ VE DIÇE

Hemo anî ziman ku hikumeta Tirk bi serkêşiya AKP`ê aloziyên hundirî dijî û ji aliyên siyasî, aborî û civakî ve têk çûye.

Hemo got: “Tenê rêber Ocalan dikare pirsgirkên Rojhilata Navîn û Tirkiyê çareser bike. Çiqasî dewleta Tirk vê tecrîdê giran bike, ewqasî wê pirsgirêkên hundirîn li Tirkiyê dewam bikin.”

Mistefa Hemo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca hêzên hegomon ên cîhanê ew e ku aloziyê kûrttir bikin da ku çareserî li Rojhilata Navîn çareserî neyê dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku herî dawî di 7`ê Tebaxa 2019`an de hevdîtin bi rêber Ocalan re pêk hat û di 25`ê Adara borî de rêber Ocalan peywendiya telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re danî.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cl7rCw9XdlA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>